Ji bo bîranîna du hevrêyên Botanê, Egîd û Fedakar...

Çîroka Fedakar û Egîd çîroka Mêrdîn û Dîlokê ye, çîroka têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ye, çîroka fedakarî û fedaîtiyê ye. Ji ber ku ev herdu gerîla bi tevlîbûn û jiyana xwe bûn parçeyek ji vê berxwedana dîrokî.

Ji bo vegotina şehîdan gelo mirov dikare kîjan gotinan bi kar bînin, nirxên wan çawa dikarin bêne pênasekirin? Li ser fikirim lê nikarim bilêv bikim, gotin kêm dimînin. Hewl didim gotinên herî bedew û herî bi wate peyda bikim. Carna bi xemgînî, carna bi kêfxweşî, carna jî bi rondikên ji çavên min dibarin wan bi bîr tînim, bi serbilindî qala wan dikim.

Hevrêyên min Egîd û Fedakar du hevrêyên Botanê bûn. Lê belê rêwîtiya wan a bi hev re ne li Botanê lê li Garê destpê kir. Egîd û Fedakar mîna çivîkên li pey azadiyê ji Garê firiyan Botanê. Li gel zor û zehmetiyên xweza û jiyanê, li hemberî hovîtiya şer bêyî ku rawestin têkoşiyan, serî netewandin. Li ser vê rêyê bi hev re êş kişandin, bi hev re ketiyan, bi hev re ketin, bi hev re rabûn, bi hev re mezin bûn, bi hev re şer kirin, ji bo hev şer kirin û bi hev re tevlî karwanê nemiran bûn.

Çîroka Fedakar û Egîd çîroka Mêrdîn û Dîlokê ye, çîroka têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ye, çîroka fedakarî û fedaîtiyê ye. Ji ber ku ev herdu gerîla bi tevlîbûn û jiyana xwe bûn parçeyek ji vê berxwedana dîrokî. Bi ciwantî tevlî nava refên şoreşê bûn. Di dilê xwe de ku gelekî ciwan bû, lê bi qasî gerdûnê mezin bû, êşa gelê xwe hîs kirin. Bi çîrokên lehengên mîna Yûsûf, Suleyman, Ayten, Pale, Kamûran, Zinarîn û Nûrhaq mezin bûn. Bi biryar, wêrek û bi rêxistin bûn. Mîna ku ji hevrêtiyê, têkoşînê û şer dereng mane, zû hînî jiyana gerîla bûn.

AŞIQÊ AZADIYÊ BÛ

Şehîd Fedakar Guneş li Mêrdînê ji dayik bû. Li dijî dijminê ku welatê wî dagir kiriye û ewrên reş û tarî lê belav kiriye, li dijî dijminê ku zilm dikir ji bo şer bike ji dayik bû. Ji bo ji dijmin re bibêje 'Kurdistan welatê rojê ye, li wir cihê ewrên tarî nîne, jiyan wê nesekine' ji dayik bû. Fedakar ji bo wan ewrên reş û tarî ji ser welatê xwe belav bike û bibe yek ji şervanên azadiyê yên gelê xwe ji dayik bû. Bû ewladê fedakar ê Mêrdînê.

Hevrêyê wî Egîd jî li navçeya Bêlqis a Dîlokê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ey Bêlqis! Bajarê çand û biratiya gelan! Dergûşa olan. Dîroka dîroka Kurdan. Dîlok ew cih e ku dostê destpêkê yê Rêbertî, Hakî Karer lê şehîd bû. Bajarê ku qîrîna 'Kuştin, Hakî kuştin, Tolhildan, tolhildan, tolhildan' lê bilind bû. Şehîd Egîd jî ji bo tola kîna vê qîrîne hilîne biryar da ku bibe Egîdê Bêlqisê.

Mezin bûn... Berê xwe dan çiyayên azad, dema ku gihîştin qada gerîla dîtin ku xaka Kurdistanê li gel rijandina xwîna şehîdan jî ji bedewiya xwe tiştek kêm nekiriye. Di her demsalê de baran bereketê dibarîne û jiyanê dide xaka ziwa. Li ser tehtan kulîlk ji nû ve vedibin. Xaka Kurdistanê bi hezaran şervanên evîndarên welatê xwe dihewîne.

Fedakar... Bi cidiyeta xwe bal kişand ser xwe. Dilgerm bû, şa û kêfxweş bû. Di kar û jiyanê gelekî cidî bû. Welê cidî bû ku hevalekî wî jê re gotibû, 'Tu ji emrê xwe mezintir e'. Bi rengekî mezin difikirî, her tim dilsozê Rêbertî û şehîdan bû. Armancên xwe yên mezin hebûn. Xwedî taybetmendiyên milîtanekî pêşeng bû. Fedakar ê ciwan hevrêyekî aşiqê azadiyê, aştî, heqîqet, bedewî û pirrengiyê mîna welatê xwe bû.

XWEZAYÎBÛN Û DURUSTIYA XWE HER TIM DEWAM KIR

Hevalê Egîd bi kedkarî, hevrêtî, rûkenî û dilnizmiya xwe ketibû dilê her hevrêyên xwe. Gelekî kelecanî bû û bi coş bû. Dilnizm bû ku kes nediêşand. Wijdanekî xwe yê bêhempa hebû. Rojekê jî nekete nava gumanna, bi wate û bi rûmet heta dawiyê jiya. Xwezayîbûn, safbûn, sadebûn û durustiya xwe her tim dewam kir. Di heman demê de bedewî hînî hevrêyên xwe kir. Ew li pêşberî her hevrêyên xwe berpirsyar bû. Ji aliyê hevalên xwe ve wê her tim bi vî rengî bi bedewî bê bîranîn.

Dema ku yek rabe Egîd û Fedakar bipirse ez ê bi serbilindî jê re bibêjim, "Wan di nava kulîlkên çiyayê Botanê de bibînin, di nava çavên hevrêyên wan de, li govendê bibînin, di stranan de wan bibihîzin. Wê ji me re, ji hevrêyên xwe re bibêjin em di dilê we de ne." Mîna gelek lehengên Kurdistanê wan ji bo xaka xwe heta nefesa dawî li ber xwe dan. Dema ku we berê xwe dan Garê, berê xwe dan Botanê li her cihî hûn ê şopa lingê van lehengan bibînin, di dengê çivîkan de dengê wan bibihîzin. Piştre hûn ê serê xwe rakin û li ezmanan binihêrin. Vê carê jî hûn ê hezkirin û azadiya wan li ezmanan bibînin. Dîtina wan di dema herî zehmet de wê hêz, bawerî û hêviyê bide we. Di kêliya ku hûn ji mirinê bitirsin hûn ê bi Egîd û Fedakar wêrek bibin.