Ji bo Babaoglû, Çalik û Fîdan hatin ba hev

Xizmên windayanb li Amed û Êlihê ji bo Nazim Babagolû, Salih Çelik û Sînan Fîdan hatin ba hev. Di çalakiyê de nerazîbûn nîşanî polîtîkayên şer ên AKP’ê û tecrîdê hate dayîn.

AMED

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan, bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 530’an de çalakiya xwe li avahiya komeleyê li dar xistin. Xizmên windayan pankarta "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” ku wêneyên windayan li ser hebû vekirin û wêneyên windayan û qurnefil kirin destê xwe. Xizmên windayan, parazvanên mafên mirovan, Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan, Serokê CHP’ê yê Amedê Mehmet Sayin û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan di çalakiyê de axivî û wiha got: “Desthilatdariya siyasî ya li Tirkiyeyê, divê dest ji polîtîkayên xwe yên ewlekariyê yên dinava 4 salên dawî de berde. Ji bo avakirina pêvajoya aştiyê, divê encamên hilbijartina herêmî baş bên nirxandin. Edalet tiştek wisane ku, baş dike û li dijî bêedaletiyê îsyan dike. Em dixwazin faîl bên darizandin. Dibe ku encamên vê hilbijartinê bibe destpêkek nû. Tu tişt ji polîtîkayên şer û ewlekariyê dernekeve.”

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî ev tişt gotin: “Têkoşîna Dayikên Şemiyê, çalakiya herî bêalî û meşrû ya li ser vê erdnîgariyê tê bi rêve birine. Li ser vê erdnîgariyê ji salên 1915’an ve mirov tên binçavkirin û winda kirin. Ev polîtîkayeke dewletê ye. Berpirsên salên 1990’î Mehmet Agar û Tansû Çîller, mixabin îro li kêleka desthilatdariyê ne. Ev rewş dide nîşandan ku, ev polîtîka hîn jî berdewam dike. Ji ber vê yekê jî ma be emê vê çalakiya xwe berdewam bikin.”

 Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta nûçegihanê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu yê di 12’ê Adara 1994’an de hat binçavkirin û windakirin hat pirsîn. Birayê Nazim Babaoglû Îrfan Babaoglû di çalakiyê de axivî û wiha got: “Kesên Nazim dîtin gotin îfade daye, lê dewletê xwe ji bo serwindakirina wî bi şert kiribû. 25 sal derbas bûn. Hîna jî faîlên wî nehatine dîtin.”

Serokê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hasan Yalçin dûre çîroka windakirina Nazim Babaoglu xwend û wiha got: “Ligel hemû serlêdanên malbatê, tu agahî ji Babaoglu nehat girtin. Ev 25 salin di dosyeya Nazim Babaoglû de hiqûq bi cih nayê anîn û faîl tên parastin.”

Piştî daxuyaniyê, xizmên windayan çalakiya 5 deqe rûniştê pêk anîn.

ÊLIH

Li Êlihê jî xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ji ber kolana Gulistanê hatiye qedexekirin çalakiya xwe di hefteya 436'emîn de li avahiya ÎHD'ê li dar xistin. Xizmên windayan, parazvanên mafên mirovan û parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz beşdarî çalakiyê bûn.

Malbatan di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin. Ji rêveberên ÎHD’ê yên Êlihê Şehmuz Azboy daxuyanî da. Azboy, bal kişand ser hilbijartina herêmî û wiha axivî: “Roja hilbijartinê di bûyerên rû dan de 7 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 107 kes jî birîndar bûnn. Dema ev bûyer li derve dihat jiyîn, ji girtîgehan agahiyên mirinê hatin. Em sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin û dibêjin xwedê sebrê bide.”

Azboy, di axatina xwe de aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên di 6’ê Hezîrana 1994’an de li Gundê Şahlat a navçeya Karaz a Amedê hatin windakirin pirsî û wiha bilêv kir: “Çalik û Fîdan ji aliyê leşkerên gund ve hatin gule baran kirin û dûre binçavkirin. Suleyman Muntaş ê li gund hat binçavkirin, piştî 25 rojan hat berdan. Lê Çalik û Fîdan nehatin berdan. Li ser vê yekê malbatên wan serî li Serdozgeriya Komarê ya DGM’ê ya Amedê dan. Dozger ji malbatan re got ‘me ev kes ne girtine, biçin ji PKK’ê bipirsin.’ Ligel hemû hewldanên malbatan jî tu gahî ji Çalik û Fîdan nehatin girtin.”

Xizmên windayan piştî daxuyaniyê 5 deqe çalakiya rûniştinê li ser xistin.