Ji bo aştî û îstiqrarê navnîşana çareseriyê Abdullah Ocalan e

Konfederasyona Sendîkayên Skoçyayî ku li Îngilistanê nûneriya zêdeyî nîv milyon karkeran dike, di kongreya giştî ya 2024’an de biryar da ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bike.

KONFERASYONA SENÎKAYAN A SKOÇYA

Serokê Konfederasyona Senîkayan a Skoçyayê, Mîke Arnott biryarên ku di kongreyê de hatine dayîn, nirxand. Di kongreyê de biryar hat dayîn ku têkildarî firotina çekan a Îngilistanê ji Tirkiyeyê re û û çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re, zext hem li Îngilistanê hem jî li dewleta Tirk were kirin.

Arnott anî ziman ku wan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her wiha ji bo hin gav bên avêtin bang li hikûmeta Îngilîz û dewleta Tirk kirine û got: “Li gel vê yekê me bang li hikûmeta Îngilistanê kir ku li NATO’yê hewldanên dîplomatîk bide destpêkirin û firotina çekan a ji Tirkiyeyê re bide rawestandin. Her wiha me daxwaz kir ku ji bo demildest bombebaranên li ser herêmên Kurdan jî bên rawestandin, hewldan bên kirin. Biryarên sereke yên me dayîn, ev e; li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên li ser herêmên Kurdan bên rawestandin û hikûmeta Îngilistanê ji bo berdana Abdullah Ocalan zextê li Tirkiyeyê bike.”

Arnott ragihand ku ew ê ji bo berdana Abdullah Ocalan nameyeke taybet ji Wezareta Karên Hundir a Îngilistan û sefaretxaneya bilind a Tirk re binivîsin û wiha got: “Di kongreyê de 300 delegeyên ku nûneriya zêdeyî nîv milyon karkeran dikin, Abdullah Ocalan ku 25 sal in dîlgirtî ye û 3 sal in ti agahî jê nayê wergirtin, rojeva me ya sereke bû. Me têkildarî nedîtina wî ya parêzer û malbatê jî nîqaş kir. Di dema encamname û dayîna biryaran de, ti delege li dijî erêkirina van biryara derneketin û me bi piştevaniya tam a hemû pêkhateyên xwe ev biryar dan.”

Arnott destnîşan kir ku Abdullah Ocalan mifteya çareseriyê jî ye û got: “Di halê hazir de em ji bo azadiya Ocalan dixebitin. Lê biryarên vê kongreya girîng wê bibe sedem ku em hîn zêdetir li ser dewletan zextên giran bikin.”