Ji bo Agît û Amed merasîmên girseyî

Ji bo Demhat Agît û Cemîl Amed ku li Silêmanî hatin şehîdkirin  merasîmeke girseyî hate kirin. Li Silêmanî, Taslûca, Ranya û Sengasere gel li şehîdan xwedî derket.

Ji bo ku Endamê Komîteya Karê Derve yê KCK'ê Demhat Agît (Seyîdxan Ayaz ) û Endamê Komîteya Tendiristiyê Cemîl Amed (Eser Irma) ku 15'ê Cotmehê li Silêmanî bi êrîşa dewleta Tirk şehîd bûn merasîmên girseyî hatin kirin.

'WÊ HESAB WERE PIRSÎN'

Merasîma pêşî li Silêmanî li ber avahiya Dadgehê bi tevlêbûna bi hezaran kesî çêbû. Di merasîmê de axaftin hatin kirin û hate gotin, ''Ên ku ev êrîşa barbar anîn û ji bo êrîşê destek dane wan teqez wê hesab ji wan were pirsîn.''

KONVOYA BI SEDAN WESAYÎTÎ

Piştî merasîmê konvoyeke bi sedan wesayîtî ji bo ku cenazeyên şehîdan rake bi rê ketin. Dema ku konvor ji Silêmanî derketî konvoya ji sedan wesayitî pêk hatî yên ku ji Kelar, Kirfî, Kerkûk, Çemçemal, Hewlêr, Helepçe, Seyîd Sadiq, Soran û Hewlêrê û ji navçe û gund û bajarên din, bi tevlêbûna bi hezaran kesî merasîmeke dî hate çêkirin.

Piştî merasîmê konvoya ku ji sedan wesayîtî pêk hatî ji bo ku biçe Ranyayê bi rê ket. Bi hezaran kesên ku ji Ranya, Sengaser, Jaraw û gundên herêmê kom bûbû li nexweşxaneya ku cenaze lê bûn pêşwazî li konvoyê kirin û gotin, ''Ji kujeran wê hesab were pirsîn.''

WÊ LI QENDÎLÊ WERIN VEŞARTIN

Konvoya ji sedan wesayîtî pêk hatî ya li ber nexweşxaneya Ranayê ji bo cenaze werin veşartin ber bi Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr a Qendîlê bi rê ketin.

Gelê Sengaserê dema ku cenazeyên şehîdan derbas bû dirabeyên dikanên xwe girtin û pêşwazî li cenazeyan kirin û gotin ,''Erdoganê faşîst.''

Gelê Sengaserê bi cenazeyan re ber bi     Qendîlê ve çû, da ku şehîdan li Qendîlê veşêrin.

Vê gavê li Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr merasîmek tê kirin.