'Ji bo Êzidxanê belav bikin Mam Zekî kirin hedef'

Endamê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Biro Berekat diyar kir ku xewn û xeyala Mam Zekî tifaq û parastina civaka Êzidî bû û got “Dijmin ji bo civaka Êzidî bêxwedî bihêle û Êzidxanê belav bike, Mam Zekî kir hedef.’’

Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî ku di nava civaka Êzidî de weke ‘Mam Zekî’ dihat nasîn, di 15’ê Tebaxa 2018’an de dema ji merasîma Komkujiya Koçoyê vedigeriya di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de li Geliyê Şilo şehîd ket. Mam Zekî ji bo yekîtî û azadiya Êzîdxanê û civaka Êzidî xwedî têkoşîneke mezin bû. Di salvegera şehadeta Mam Zekî de, hevrêyên wî yên ku bi wî re xebat meşandine li ser kesayet û têkoşîna Mam Zekî axivîn.

Endamê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Biro Berekat Miro, yek ji wan kesan e ku Mam Zekî ji nêz ve nas kiriye û bi hev re xebat meşandine. Biro Berekat got ku dema dibêjin Mam Zekî, tifaqa gelê Êzidî û stûna Êzîdxanê tê bîra însan û wiha axivî “Mam Zekî ji bo gelê Êzidî, ji bo zarokên Êzidî weke dibistanekê bû. Mam Zekî her tiştê xwe xiste bin xizmeta civaka Êzidî. Ne got ev kes mixtar e, şivan e, zarok e. Ti ferq û cûdahî nexist nav civaka xwe.”

‘XEYALA MAM ZEKÎ TIFAQ Û PARASTINA CIVAKA ÊZIDÎ BÛ’

Biro Berekat destnîşan kir ku bi taybet piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an Mam Zekî bi hemû hêza xwe berê xwe da Çiyayê Şengalê û wiha behsa xebatên wî kir “Beriya fermanê jî me Mam Zekî nas dikir. Hemû xewn û xeyala wî ew bû ku tifaqa civaka Êzidî çêbe, civaka Êzidî bê parastin nemîne. Mam Zekî beriya fermanê jî hewl dida hêza parastina civaka Êzidî ava bike. Gelek kes û alî hebûn ku dixwestin rê li ber Mam Zekî bigirin lê wî ev tişt qebûl nedikir.”

Biro Berekat bi bîr xist ku Mam Zekî piştî fermana 2014’an bi temamî derbasî nav axa Şengalê bûye û wiha berdewam kir “Bi hezaran şagirtên Serok Apo derbasî nav axa Şengalê bûn, ji bo civaka Êzidî ji fermanê rizgar bikin. Hewldana Mam Zekî ev bû ku civaka Êzidî karibe xwe bi rê ve bibe, bi hemû hêza xwe li pişta civaka Êzidî bû. Pirsa wî ev bû ‘Kengî em ê hevdu qebûl bikin, tifaqa xwe çekin û bigihîn azadiya xwe.”

‘DI PÊŞENGIYA MAM ZEKÎ DE MECLÎS HATE AVAKIRIN’

Biro Bereket diyar kir ku Mam Zekî dixwest rastiya fermanê bi civaka Êzidî bide naskirin û got “Gelo kê miletê me firot, kê miletê me di qirkirinê re derbas kir û kê canê xwe ji bo vî miletî feda kir û me ji fermanê parast? Mam Zekî dixwest van rastiyan bi civaka Êzidî bide famkirin. Di 2015’an de bi pêşengiya wî Meclîsa Xweser a Şengalê hate avakirin. Wî dixwest hemû civaka Êzidî di meclîsê de cihê xwe bigire û meclîsê berfireh bike. Mam Zekî şev û rojê xwe kir yek û ji bo civaka xwe xebitî.”

‘XWESTIN CIVAKA ÊZIDÎ BELAV DIKIN’

Endamê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Biro Berekat sedemên ku dijmin çima Mam Zekî kire armanc jî wiha şîrove kir “Dijmin dît ku yê dikare milet bike yek, yê karibe parastina vî miletî bike, yê karibe vî miletî perwerde bike û rê ve bibe Mam Zekî ye. Ji bo civaka Êzidî bêxwedî bihêlin û belav bikin Mam Zekî kirin hedef. Mam Zekî ji bo êşa giran a gelê xwe di 15’ê Tebaxê de çû Koçoyê. Wextê ji Koçoyê vegeriya, ji aliyê dijmin ve bû hedef.  Gotin ‘piştî Mam Zekî me Êzîdxan belav kir.’ Lê gelek şagirtên Mam Zekî hene ku li ser vê reyê dimeşin.”