Ji ber teqîna mayinê 2 kes li Silêmanî mirin
Li bajarokê Mawetê yê Silêmanî, ji ber teqîna mayinekê 2 welatî mirin.
Li bajarokê Mawetê yê Silêmanî, ji ber teqîna mayinekê 2 welatî mirin.
Li gorî nûçeya RojNewsê, li bajarokê Mawetê yê Silêmanî welatiyan mayina ku li erdê dîtin pê lîstin û ji ber teqîna mayinê 2 kes mirin. Tê gotin, mayin ji dema şerê Îran û Iraqê maye.
Li ser nasnameya mirovên jiyana xwe ji dest dan agahî bi dest neket. Tê gotin ku kesên mirine 27 û 47 salî ne.