Ji ber pîrozbahiya heybet a ‘Newrozê’ spasiya gelê Cizîrê hate kirin

Komîteya Amadekariya Newrozê ya Cizîr, spasiya gelê Cizîrê kir ku ji ber tevî hemû zext û zordariya dewletê  jî, Newroz bi coş û heybet pîroz kirin.

Serokê Komîteya Amadekariya Newrozê ya piştî civîna li avahiya HDP’ê ya li navçeyê û şûnde ji aliyê Hevserokê HDP’ê yê navçeyê Alî Akdenîz ve daxuyaniyek hate dayîn.

‘SERFIRAZÎ YA GELÊ BOTANÊ YE!’

Akdenîz bibîr xist ku tevî hemû zext û zordariya dewletê jî gelê Botanê bi coş û hêzeke mezin Newroz pîroz kirin û got: “Ji ber daketina kolanan a Gelê Botanê ya pîrozkirina heybet a Newrozê spasdariyên xwe pêşkêşî wan dikin.”

Endamê Meclîsa Partiya HDP’ê Resûl Sadak jî diyar kir ku gelê Botanê mîna çemê Dîcle herikîn Qada Newrozê û got: “Carekî din dîsa gelê Botanê hêza xwe nîşanî her kesê da. Bi taybet spasdarî û minetdarên jin û ciwananin.Tevî binçavkirinên beriya Newrozê, gefkirina gelên biçin qada Newrozê û bi saetan rawestandina gel a ji aliyê polîsan ve bi biryardariyeke mezin agirê Newrozê pêkirin û geş kirin. Serfirazî ya gelê Botanê ye!”