'Ji ber ku li ber qeyûm ranebû ser piyan bû 'endamê rêxistinê'

Agît Demîrkan, kedkarê tendiristiyê ji ber ku li ber qeyûmê Wanê ranebû ser piyan bi îdîaya 'endamê rêxistinê ye'' doz lê hate vekirin û ew sirgûnî Yozgatê kirin.

Agît Demîrkan, kedkarê tendiristiyê ku bihara bihurî dema ku bi karê welatiyekî re mijûl bû, çaxê ku qeyûmê Rêya Armûşê Sînan Aslan ketî hundir ranebûyî ser piyan, sirgûnî Yozgatê kirin û doz lê hate vekirin. 

Qeyûmê Rêya Armûşê gef li Demîrkan xwar, her wiha zêrevanên wî lê dan, destê wî ji paş ve kelepçe kirin, bi saetan li odê hiştin û lêdan.

Derheqê Demîrkan pêşketina kademeyê bi îdîaya, ''bêhurmetiya li amirê xwe û kêmkirina amirê xwe'' hate rawestandin û cezayê şermezarkirinê lê hate birîn.

Qeyûm Sînan Aslan, Demirkan pêşî sirgûnî Çaldêranê kir û piştre sirgûnî Yozgatê kir. Li gel ku hê pêvajoya disîplînê nehatiye destpêkirin jî, derheqê Demîrkan ê ku hatî sirgûnkirin bi hincetê ku 'endamê rêxistinê ye'' lêpirsîn li ser hate vekirin. Biryara veşartinê li ser dosyaya dozê hate danîn.

Li ser vê, Agît Demîrkan jî derheqê Walîtiya Wanê ku biryara peywirdarkirina emki da doz li Dadgeha Îdarî ya 3'yan vekir. Demîrkan derheqê Aslan û zêrevanên wî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê gilî kir.