‘Ji ber ku daxwaz cemawerî ye, çalakî jî cemawerî ye’

Parlamentera HDP’ê Salîha Aydenîz desnîşan kir ku li hemberî tecrîdkirina Ocalan bertekên civakê zêde dibin û got, “Ji ber ku daxwaza çalakgeran cemawerî ye, çalaki jî cemawerî ye.”

Grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên, didomin. Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê 30 girtî di rojiya mirinê de ne. Parlementera HDP’ê Salîha Aydenîz, têkildarî çalakiyên grevên birçîbûnê yên li seranserî cîhanê û berxwedana çalakgerên rojiya mirinê axivî.

‘DAXWAZA CIVAKÎ YE’

Aydenîz da zanîn ku daxwazên çalakgeran daxwazên civakê ne û wiha axivî: “Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi çalakiya greva biçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Çalakiya Guven ya li dijî tecrîdkirina gelan di roja 185’an de bi ruhê berxwedanê didome. Çalakî li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest pê kir û li seranserî cîhanê bi hezaran kesan li dor vê çalakiyê bûn yek û bedena xwe dan li ber mirinê. Çima ev daxwaz di demek kin de ew qas belav bû? Ji ber ku ev daxwaz, daxwaza tevahiya gelan e. Ev daxwaz, daxwazên rewa û biryarek di cih de ye. Ev daxwaz çiye? Daxwaz tenê bi dawîkirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Li ser Birêz  Ocalan çar salên dawî tecrîdek mitleq tê meşandin. Ji ber bêdengiya hikûmetê ya li dijî çalakiyên grevên birçîbûnê di 30’ê Nîsanê de 15 dilên azadiyê dest bi çalakiya rojiya mirinê kirin û duh ji 15 dilên azadiyê li ser zêde bûn. Çalakiyên grevên birçîbûnê û çalakiya rojiya mirinê ya 30 dilên azadiyê daxwaza civakê ye.  Ev daxwaz, daxwazên bi wê mebestê ne ku pirsa gelê Kurd bi rêyên aştî û demokratîk were çareserkirin.  Ev daxwaz, daxwazên civakê ne û ji bo vê jî ev daxwaz li seranserî cîhanê belav bûye.”

‘CIVAK TÊ TECRÎDKIRIN’

Aydenîz anî ziman ku bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re civak tê tecrîdkirin û destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan ji sînorên Îmraliyê derbas kiriye û tecrîd li ser civakê tê pêk anîn. Aydenîz derbirî ku Tirkiye veguheriye girtîgeha servekirî û got: “Li welatekî ku veguheriye girtîgeha servekîrî, mirov nikare qala hiqûq, edalet û mafan bike. Welat bi şêwaza çetewarî, zext û zoriyê tê rêvebirin. 30 dîlên azadiyê bi çalakiya rojiya mirinê da xuyakirin ku heta tecrîd bidome wê ev çalakî ji bidomin.”

‘GELÊ KURD GIHIŞTIYE SERKEFTINÊ’

Aydenîz destnîşan kir ku çalakiyên grevên birçîbûnê wê bibin wesîleya azadkirina Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiyeyê. Aydenîz da xuyakirin ku çalakiya bi kesekê dest pê kir, îro veguheriya çalakiya bi hezaran kesî û pêl bi pêl belav dibe. Aydenîz, axaftina xwe wiha dom kir: “Gelê Kurd bi berxwedaneke sed salî gihiştiye serdema serkeftinê. Dawiya dawî wê ev tecrîd were şikandin û wê berxwedana gelan bi ser bikeve. Îro muxatab diyar in, muxatab Wezîrê Dadê ye û hikûmet e. Divê Wezîrê Dadê, hikûmet û welatên Ewropa li hemberî vê daxwazê bikevin dewrê û pêngaveke berbiçav bavêjin. Ev daxwaz hiqûqî û daxwazekee mafder e. Riya şikandina vê faşîzmê îro çalakiyên grevên birçîbûnê ye. Divê her kes li dora vê berxwedanê bibe yek. Yekgirtin û xwedîderketin wê bi xwe re azadiyê bîne. Çalakiyên grevên birçîbûnê ketiye astek krîtîk. Ji bo vê ez bang li tevahiya raya giştî dikim ku li vê qîrînê xwedî derkevin. Îro her kêlî û saniye gelekî  giran e. Em naxwazin canekî diî yê xwe winda bikin.”