Ji ber êrîşên dewleta Tirk ziyanek mezin li jîngehên sivîlan bûn

Di êrîşa duh şev a balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker a li ser herêma Çomanê de ziyanek mezin gihiştiye jîngehên welatiyên sivîl ên li herêmê.

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker du şev bombe li gundên Rezwêlke û Qelat ên girêdayî Herêma Dola Baleyan a girêdayî Çomanê barandibû. Di êrîşê de ziyan gihiştiye mal, mizgeft û dîrekên elektirîkê.

Têkildarî mijarê Hevşaredarê Binarê Qendîlê Mihemed Hesen ji Rojnewsê re axivî û got: “Di êrîşa duh şev a balafirên Tirk de ziyanek mezin gihiştiye gundên Rezwêlke û Qelat. Ziyan gihiştiye baxçe û zevî dîsa rê û xetên elekirîkê yên gund. Her wiha ziyan li mizgefta gund û gelek malan jî bûye.