Ji ber bomberdûmana dagirkeran li Gabar şewat derket

Artêşa Tirk dagirker bombe li lûtkeya Çiyayê Gabar barand. Ji ber bomberdûmanê şewat li qadê derket.

Operasyona ku beriya hefteyekê li qadên Şêx Osman, Şeşçala, Çîyayê Bizinê,  Êwan û Bênatê yên Çiyayê Gabarê hat destpêkirin didome. Di çarçoveya operasyonê de li derdora gundê Bunisra yê herêma Êwan û Bênat a lûtkeya Gabarê agir bi daristanan ket. Hat hînbûn ku agir di encama bombebara ku hatiye kirin de derketiye.

Ji ber ku têketina herêmê qedexe tu mudaxale li agir nayê kirin.