Işika HDP’î hate girtin

Hevseroka berê ya Navçeyî HDP’a Midyadê, îfadeya “şahidên vaşartî” weke hêncet hate nîşandan û bi îdîaya “endambûna rêxistinê” hate girtin.

Hevseroka berê ya Navçeyî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Midyadê Filiz Işik ku roja 22’ê Îlonê li Midyada Mêrdînê hatî destgîrkirin, îro sewqî dozgeriyê hate kirin. Işika ku ji aliyê Serdozgeriya Komariya Midyadê ve îfadeya wê hatî girtin, piştre bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulha Hêşedariya Midyadê hate kirin.

Ji bo Işikê tevlîbûna xebatê siyasî û îfadeyên “şahidên veşartî” weke hêncet dest nîşan kirin û “Rewşa delîlên di dosyayê de, ji ber sucên katelogan ên avêtîn li ser wê û gumana hewldana revê” bi îdîya “endambûna rêxistinê” girtin.

Işik, rêkirin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.