Imîr: Daristanan bi zanebûn dişewitînin

Wekîla Şirnexê ya HDP'ê Imîr got bi destê dewleta Tirk şewitandina daristanên Kurdistanê parçeyek ji konsepta dijminatiya li Kurdan e.

Artêşa Tİrk li Bakur û Başûrê Kurdistanê bi hêzên xwe yên hewayî dema ku operasyonên îmhakirinê didomîne daristanan jî dişewitîne. Şewatên li Şirnex, Dersim û Bedlîsê îro jî didomin, nahêlin ku gel şewatê jî bitefîne. Wekîla HDP'ê ya Şirnexê Nuran Imîr got, ''Li ser sirûşta Kurdistanê polîtîkayeke bi zaneBûn dikin. Ji ber vê daristanan dişewitînin û nahêlin ku kes şewatê jî bitefîne.''

Li çiyayên Kurdistanê ku ev pêlek e dawî li şewatan nayê heta niha bi hezaran hektar daristan bûne xwelî. Heta niha ti midahele li şewata li Cûdiyê nehatiye kirin, dema ku gel bi dildarî dixwaze şewatê bitefîne jî hêzên dewleta Tirk asteng dikin. Imîr polîtîkaya AKP-MHP'ê ji ANF'ê re nirxand. Imîr got, ''Li Kurdistanê rewş heta bi şewitandina daristana belav bûye, ev konsept jî ji hêla rêveberiya AKP'ê ve tê kirin''. Imîr got piştî ku AKP'ê maseya çareseriya pirsa Kurd quliband, roj bi roj bi giyanekî dijmin êrîşê dibe ser raman, jiyan, mal û nasnameya Kurdan.'

BÊDENGÎ FELAKET E

Imîr got li ser sirûştiyê jî bikaranîna siyaseta qirkirinê hêla hov nîşan daye, bêdengiya li bara vê hovîtiyê mirin û bobelat e. Imîr got, ''Tişta ku li sirûşta Kurdistanê tê kirin hişmendiya AKP'ê ye. Hev temam dikin. Ji par ve goristanan bombe dikin. Divê gumana gel ji vê hişmendiyê nebe. Kurdistan ji gelek aliyan ve tê dagirkirin, dixwazi jiyana Kurdan, Kurdsitanê bifetisînin. Li dijî Kurdan çavnebariyê dikin.''

DIVÊ MIROV BIHÎSTYAR BE

Imîr got ew hay jê hene ku hem di qada netewî û hem jî navnetewî de divê bihîstyariyekê çêbikin û got divê ev rûyê qirejî yê li dijî nasname, nirx, jiyan û vîna Kurdan, ev destê ku xwe davêje ser çand, daristanên Kurdan were teşîrkirin.

MUXATAB NÎN IN

Imîr got derbarê şewitandina daristanan wan pêşniyarname dane Meclîsê û got, ji ber çend têgînên ku bi kar anîne, pirsên wan jî li wan vegerandin. Imîr got, ''Dema ku li bajarên Tirkan şewat derdikeve çapemeniya Tirk bi rengekî flaşê dide. Lê dema ku li Kurdistanê şewat derdikeve, ji kêliya pêşî ve agahî diçe ji Midûrîyeta Daristanê û Walî re. Li gel vê jî em muxatab nabînin.''
Imîr bi domdarî got, ''Çi qas nebat, heywan û zindî hebin dimirin. A herî girîng jî ev şewat dibine sedema koçberiyê. Bi dehan malbat ji ber ku nema dikarin debara xwe bikin, ji neçarî koç dikin. Em ê li qadên têkoşînê helwesta xwe nîşan bidin.''