Hunermendan ji bo Newroza li Qendîlê banga tevlîbûnê kirin

Hunermendên ku tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Binarê Qendîlê bibin, ji bo pîrozbahiyê bang li her kesî kirin ku tevlî bibin.

Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Binarê Qendîlê amadekarî dewam dikin.

Pîrozbahî wê 21'ê Adarê saet di 11:00 de li Binarê Qendîlê dest pê bike.

Li gel tevlîbûneke girseyî wê gelek hunermend jî hunera xwe pêşkêş bikin.

Peyam Rojhilatî, Semîre Karzan, Ferşad Emînî, Niyan Abdullah, Hozan Kawa, Luqman Selîm, Kerîmxan Surçî û Jîna Seqizî û Koma Çiyayê Şengalê wê beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Binarê Qendîlê bibin.

Hunermendên beşdar bang li her kesî kir ku tevlî pîrozbahiyê bibin.