HSK'ê ji bo Rojava dest bi kampanya cîhazên bêhngirtinê kir

Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) ji bo Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi kampanya peydakirina cîhazên bêhngirtinê kir. Bi vî rengî dixwaze li dijî nexweşiya Covîd-19 ji xelkên herêmê re bibe alîkar.

Hevya Sor a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê dest bi kampanya peydakirina cîhaza bêhngirtinê kirin.

Daxuyaniya li ser mijarê wiha ye:
 
"Wek tê zanîn ji despêka sala 2020’an ve vîrûsa Korona (COVID-19) li cîhanê belav bû û bêhtirî 45 mîlyon kes bi vê nexweşiyê ketine û bêhtirî mîlyonek û 200 hezar kes jî ji ber vê nexweşiyê jiyanê xwe dest dane.

Mîna gelek deverên cîhanê, li Rojavayê Kurdistanê jî ev vîrûs belav dibe. Li Rojava, bi taybetî ji ber şer û êrişên ku ev 9 sal in dewam dikin, derfetên jiyanê û peydakirina alavên dermankirinê û xweparastina ji vîrûsê kêm in. Di rewşa heyî de pêdiviya Rojava bi cîhazên bêhngirtinê zêde ye. Di tedawiya kesên ku bi nexweşiya vîrûsa Koronoyê dikevin de alava herî girîng cîhaza bêhngirtinê ye. Ev cîhazên bêhngirtinê neyên peydakirin hejmara kesên jiyana xwe dest bidin jî wê zêde bibe. Ji bo Rojava wek gava pêşîn 100 cîhazên bêhngirtinê hewce dike. Li gorî lêkolîna saziya me bihayê vê cîhazê bi tevî mesrefên şandinê 23 hezar Euro ye. Ji bo 100 cîhazan 2 mîlyon 300 hezar Euro hewce dike.

Saziya me ji bo peydakirina van cîhazan kampanyaya alîkariyê da destpêkirin.

Em jî weke Heyva Sor a Kurdistanê, bang li hemû alîkarxwazan dikin da ku li hemberî belavbuna vîrûsa Koronayê, destekê bidin Rojava û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku kesên dixwazin bibin alîkar bi rêya vê lînkê dikarin agahiyên têkildar peyda bikin: