HPG: Wê bersiva herî xurt bê dayîn

HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk di çarçoveya konsepta şerê pîskolojîk li dijî gerîla di bin navên cuda de dest bi operasyonan kiriye û got: “Nav çi dibe bila bibe wê bi awayekî herî xurt bersiva wê bê dayîn û wê dewleta Tirk derbeya herî dîrokî bixwe.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk daxuyaniyek nivîskî da:

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

WESAYÎTA ZIRXÎ HATE RÛXANDIN

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya, 27’ê Tebaxê li wesayîteke ya zirxî ya artêşa Tirk a dagirker di navbera Qereqola Êrîş û navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyeke ya sabotajê lidar xistiye. Di vê çalakiyê de wesayît bi temamî hatiye rûxandin û têkildarî hejmara kuştî û birîndaran a leşkeran agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê bi çekên giran ketober dever dan ber topan.

28’ê Tebaxê saet 13:30’î hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşgerî de li dijî depoyeke ya dagirkeran a li girê Sîvrî yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyeke ya sabotajê kirine û depo hatiye rûxandin. Di vê çalakiyê de jî hejmara kuştî û birîndaran a leşkeran nehatiye zanîn.

DAGIRKERAN HEFTENÎN BOMBE KIR

Bomberdûmana artêşa TC’ê ya di çarçoveya operasyonê dagirkeriyê yên li herêma Heftenîna a Herêmên Parastinê yên Medyayê de jî didomin.

27’ê Tebaxê saet 01:00 heta 02:00’an balafirên şer û helîkopteran girê Partîzan bombe kiriye.

28’ê Tebaxê saet 21:00 heta 22:00’an helîkopteran li gel Girê Partîzan Geliyê Pisaxa jî bombe kiriye û qereqolên li ser sînor jî bi obus û hewanan dever dane ber top û bombeyan.

Di van bomberdûmanan de ti ziyan bi hêzên m nebûye.

LI DIJÎ QENDÎL, GARE Û AVAŞÎN ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Balafirên şer ên Tirk 28’ê Tebaxê saet 13:00 derdora gundê Kozinê ya girêdayî Herêma Qendîl a Herêmên Parastinê yên Medyayê û saet 14:00’an jî devera Gundê Guzê yê Garê bombe kiriye.

29’ê Tebaxê jî balafirên şer ên Tirk devera Geliyê Avaşîn a Herêma Avaşîn bombe kiriye.

Di vê bomberdûmanê de jî ti ziyanek negihiştiye hêzên me, di encama bomberdûmanê de agir bi daristanê ketiye.

DEWLETA TIRK WÊ DERBEYA DÎROKÎ BIXWE

Dewleta TC a daigrker ku di çarçoveya konsepta şerê pîskolojîk de ragihand herêmên dikevin sêgoşeya Colemêrg, Wan û Şirnexê di bin navê operasyona ‘Kiran’ de dest bi operasyonê kiribûn, niha bi navê ‘Kiran 2^de li herêmên dikevin sêgoşeya Mêrdîn, Êlih û Şirnexê de li dijî hêzên me dest bi operasyonê kiriye. Di operasyona dagirkeriyê ya li Colemêrg, Wan û Şirnexê ku wisa dide nîşandan bi serketine û di dema ku fermandarê giştî yê jendermenyan bi daxuyaniya ‘Me çiyan ji gerîla paqij kir’ gerîla bi çalakiiyên xwe ev operasyon ‘Têkbiriye’. Gerîla bi çalakiyên xwe yên bi taktîk û rêbazên cuda yên li herêmê li dijî hêzên operayonê lidar xistin, zêdetirî 20 leşkerên dijmin hatine kuştin. Gerîlayên Kurdistanê bi van çalakiyên xwe yên lidar xistin, hewldana şovkirinê ya dewleta TC’ê ya faşîst û tevgera wê ya pîskolojîk tarûmar kiriye. Bi lêdana ji Elkê heta Cûdî, ji Cûdiyê heta Qilabanê ya derbên xurt ên gerîla hemû rastî raxistiye berçavan, hemû derewên dewleta Tirk raxistiye berçavan. Artêşa TC’ê ya li beramberî gerîla têk diçe, dixwazin bi operasyonên nû, encamên rast ên şer binixûmînin. Gerîlayên her roj derbên xurt li dijmin dixin, navê vêan tevgerên dagirkeriyê yên bejahî çi dibe bila bibe wê di asteke herî xurt de bersiv bide, wê dewleta TC’ê derbeya dîrokî bixwe.”