HPG: Remza nemir a berxwedana me ne!

HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên li Zapê şehîd bûn eşkere kir û got, "Bi rengekî fedaî tevlî berxwedanê bûn, mîsyona xwe ya dîrokî bi rengekî hêja bi cih anîn û di berxwedana me ya li ser xeta serketinê de bûn remza nemiran."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên şehîd bûn ev agahî parve kir:

"Qada me ya Zapê ku di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de şahidî ji berxwedanên bêhempa re kir, îro careke din di bin êrîşên giran ên dewleta Tirk a dagirker de ye ku ji bo qirkirina gelê me tevdigere. Li hemberî van êrîşên dewleta Tirk a mêtinger ku gelek caran li qada Zapê derb xwar û ders jê negirt, gerîlayên me yên azadiyê li gorî mîsyona dîrokî ya Zapê bersivê didin û derbên giran li armancên dagirkeriyê yên mêtingeran dixin. Ji pêşengên vê têkoşîna destanî û dîrokî hevrêyên me Nûda, Çiya, Demhat, Tolhildan û Cûdî, bi rengekî fedaî beşdarî çalakiyên bi bandor û berxwedanê bûn, mîsyona xwe ya dîrokî bi rengekî hêjayî bi cih anîn û bûn remza nemir a berxwedana me ya li ser xeta serketinê. Hevrêyên me Nûda, Çiya, Demhat, Tolhildan û Cûdî bi fedakarî û wêrekiya xwe bûn ji mînakên bijarte yên xeta azadiya jinê û milîtaniya Apoyî. Ya ku dibe para me jî biserxistina têkoşîna me ya dîrokî ye ku me ji van hevrêyên xwe dewr wergirtine.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Nûda Kedkar
Nav paşnav: Leyla Guzel
Cihê jidayikbûnê: Erzîrom
Dayik-Bav: Îpek-Mehmet Salîm
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Tebaxa 2022 / Zap

Nasnav: Çiya Rûbar
Nav paşnav: Duçem Çelîk
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Guneş-Nazim
Dem û cihê şehadetê: 21'ê Tebaxa 2022 / Zap

Nasnav: Demhat Herekol
Nav paşnav: Mehmet Halît taş
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Kûdret-Sabrî
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Tebaxa 2022 / Zap

Nasnav: Tolhildan Hêvî
Nav paşnav: Ûmût Kûrtûlûş
Cihê jidayikbûnê: Duzce
Dayik-Bav: Emîne-Goksel
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Tebaxa 2022 / Zap

Nasnav: Cûdî Malazgîrt
Nav paşnav: Sînan Oncu
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Zemzemû-Muhur
Dem û cihê şehadetê: 31'ê Tebaxa 2022 / Zap

NÛDA KEDKAR

Hevrêya me Nûda li navçeya Xinûsê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, ku ev navçe yek ji navçeyên Erzîromê ye ku berxwedêrî û nirxên xwe yên Kurdîtiyê parastiye. Malbata hevrêya me Nûda, taybetmendiyên xwe yên Kurdîtiyê û Elewîtiyê li gel êrîşên qirkirinê yên dijmin karîbû biparêze û ev kevneşopî da zarokên xwe. Ji ber vê yekê hevrêya me Nûda jî bi taybetmendiyên neteweyî û çandî mezin bû. Piştî ku partiya me di salên 1990'î de mîna li tevahiya Kurdistanê li herêma Serhedê jî bi bandor bû, hevrêya me Nûda jî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir. Tevgera me ku bi keda Rêber Apo û şehîdên me yên leheng her roj bi pêş ve çû û li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dijmin şer mezin kir, bandoreke mezin li hevrêya me Nûda kir. Ji ber ku malbata wê koçî metropolên Tirkiyeyê kir, demeke dirêj li metropolan ma û rastiya dijmin ji nêz ve nas kir. Hevrêya me Nûda bi şênberî fêhm kir ku dijmin bi polîtîkayên cuda gelê me bi zorê koçber dike, hewl dide bi vî rengî qir bike û mîna her jin û ciwanên bi rûmet ên Kurd ji bo parastina taybetmendiyên xwe yên çandî û neteweyî cihê xwe di nava têkoşînê de girt. Hevrêya me Nûda ji aliyekî ve ji bo parastina nasnameya xwe têkoşiya, li aliyê din jî tevlî nava kedê bû, cihê xwe di nava têkoşîna kedê de girt. Weke jineke kedkar pê hesiya ku keda wê hîn bêhtir tê xwarin û bû parêzvaneke xurt a têkoşîna kedê. Lê belê piştî ku fêhm kir têkoşîna wê ya li nava sîstemê zêde nikare encamê bi dest bixe û faşîzm jî hîn bêhtir bi sazî bû, hevrêya me Nûda berê xwe da qadên cuda yên têkoşînê. Hevrêya me Nûda dît ku di nava sîstemê de derfetên têkoşînê yên li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dijmin nemaye û fêhm kir ku têkoşîna nasname û kedê herî baş dikare li çiyayên azad ên Kurdistanê bê dayin, bi vî rengî biryar da tevlî nava refên gerîla bibe.

Sala 2016'an ku yek ji wan salên têkoşîna herî giran a li dijî dewleta Tirk a mêtinger bû, tevlî nava refên gerîla bû, bi armanca xwe ya tevlîbûnê û sala xwe ya tevlîbûnê sekna xwe ya li nava têkoşînê bi şênberî raxist pêş çavan. Hevrêya me Nûda ji Geverê beşdarî nava refên gerîla bû, kêliyên ku di ser xeta Cîlo û Çarçela derbasî Zapê bû weke kêliyên herî bi wate yên jiyana xwe pênase kir. Ji ber ku heybeta çiyayên Kurdistanê ku piştî demeke dirêj xwe careke din gihandê, bandoreke mezin li ser hevrêya me Nûda kir. Meşa Cîlo, Çarçela ku rûpeleke nû ya di jiyana wê de bû, her tim di hişê xwe de zindî kir û her carê bi kelecana bêhema ya wan kêliyan hewl da rê û rêveçûna jiyana xwe diyar bike. Hevrêya me Nûda piştî perwerdeya şervanên nû derbasî qada Zapê bû û bi perwerdeyê di kesayetiya xwe de guhertinên girîng kir. Bi taybetî li ber ronahiya perspektîfên Rêberê me yên li ser azadiya jinê xwe kûr kir. Weke gerîlayeke jin, jiyana bi xwezayê re û têkoşîna ji bo armancekê pê re cîhaneke kûr a bi wate afirand. Ji ber vê yekê diyar dikir ku jiyana li çiyê û hevrêtiya PKK'ê hêzeke mezin a manewî daye wê. Bi vê hêza manewî hîn bi çalak beşdarî nava karên şoreşê bû. Hema bêje li her qada Zapê kar kir. Ji qadên herî bilind û asî yên Kurojahro heta bi newalên kûr ên çavkaniya jiyanê ya Zapê, li gelek deveran bi hevrêyan re têkoşiya. Hevrêya me baş zanîbû ku her bihosta xaka Kurdistanê bi keda bêhempa ya şehîdan e, hîn bêhtir bi hevrêyan, jiyana Partiyê û çiyê ve hate girêdan ku emanetê şehîdên me ne. Hevrêya me di her çalakiyê de, di her derbê de ku gerîlayên azadiyê bi berxwedaneke mezin li dagirkeran xist, xwe hîn bêhtir xurt dît. Hevrêya me bi enerjî û hêza ji hevrêyan wergirtî hîn bêhtir tevlî kar bû û hewl da ya herî baş bike. Bi têgihiştina ku nirxên bi kedê hatine afirandin gelekî bi wate ne, di her karî de ji bo hevrêyên xwe kedeke mezin da.

Ji 14'ê Nîsanê dema destpêkirina êrîşên dijmin û pê ve cihê xwe di nava gelek qonaxên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de girt, bi kedkariya xwe li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Hevrêya me Nûda tevlî çalakiyên li dijî dijmin bû û ruhê berxwedanê yê Zapê temsîl kir. Bi kesayetiya xwe ya sade û durust bû milîtaneke mînak a YJA Starê. Têkoşîna ku wê ji me re hiştiye, di şexsê wê de ji bo hêjayî şehîdan hemûyan bibin em ê teqez bi ser bixînin û soza vê yekê didin.

ÇIYA RÛBAR

Hevrêya me Çiya li Êlihê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Ji ber welatparêziya malbata xwe hîn di zarokatiyê de PKK nas kir. Li nava derdoreke welê mezin bû ku ji salên 1990'î û pê ve tevlîbûn li nava têkoşîna azadiyê bû û berdêl da. Ev yek bû sedem ku bi hevrêya me Çiya re hişmendiya welatparêziyê xurt bibe. Ji ber ku malbat û derdora wî welatparêz bû, timî zext lê dihate kirin û li hemberî van zextan têdikoşiya. Vê yekê kesayetiya hevrêya me Çiya jî diyar kir. Sala 2016'an pismamê wê hevrêyê me Rûbar (Egît Gulen) şehîd bû û vê yekê bandor li hevrêya me Çiya kir. Ji bo hilanîna tola hevrêyê me Rûbar û rahiştina çeka wî, biryara tevlîbûnê da. Hevrêya me Çiya polîtîkayên delweta Tirk a qirker faşîst ên ji bo asîmîlekirin, têkbirin û bêîradehiştina gelê Kurd bi taybetî jin û ciwanên Kurd ji nêz ve dît. Hevrêya me Çiya hêrsa li dijî dewleta Tirk ber bi têkoşînê ve bir û hevrêyên me yên şehîd ên ji malbata wê rêya wê ya têkoşînê jî diyar kir. Ji roja ku tevlîbû heta şehadetê, ji xwe re kir esas ku li ser vê xetê bimeşe û bixe pratîkê.

Hevrêya me Çiya sala 2016'an li qada Garzanê beşdarî nava refên gerîla bû, li vê derê demekê kar kir. Parvekirin, têkiliyên hevrêtiyê û kolektîvîzma li nava jiyana gerîla gelekî bandor li wê kir. Bi taybetmendiya kesayetiya xwe ya têkoşer û alîkariya hevrêyên xwe hînî pratîka zehmet bû. Piştî ku demekê li Garzanê kar kir derbasî Başûrê Kurdistanê bû, perwerdeyên bingehîn bi serketî qedand û li qadên Metîna û Heftanînê kar kir. Bi zindîbûna xwe ya li nava pratîkê, bi moral û rûkeniya xwe li nava hevrêyên xwe hemûyan bû çavkaniya moralê. Hevrêya me tevî karên zor û zehmet jî xwest xwe ji aliyê îdeolojîk ve jî bi pêş ve bibe û ji bo vê hewl da. Bi hevrêyên xwe re di nava parvekirineke xurt de bû û hem xwe hem jî hevrêyên li derdora xwe bi pêş ve bir. Ji aliyê leşkerî ve jî kete nava kûrbûneke mezin, ji bo fêhmkirina taktîkên gerîlatiya serdema nû û bicihanîna wê kedeke mezin da. Bi perwerdeya branşê re hevrêya me şareza bû, kêmasiyên xwe yên li nava perwerdeyê û jiyanê dît, ji bo sererastkirinê hewl da û sekneke bi vî rengî nîşan da.

Hevrêya me Çiya destpêka sala 2020'î derbasî Zapê bû, di demeke kurt de hînî cografya zehmet a Zapê bû. Ji dema ku derbasî qadê bû û pê ve di pêvajoyên amadekariyê de kedeke mezin da. Bi tevlîbûna xwe ya bi coş û moral a li nava jiyanê li nava hevrêyên xwe bû çavkaniya hêzê. Di salên 2021 û 2022'an de li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê, li refên herî pêş têkoşiya û weke gerîlayeke milîtan a YJA Starê li refên pêş beşdarî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dijmin hate xistin. Hevrêya me Çiya di her çalakiyê de tola şehîdên me qat bi qat hilanî û bi berxwedana ku li gel hevrêyên xwe meşand nîşan da ku dewleta Tirk a faşîst wê ti carî nikaribe bigihêje armancên xwe yên mêtingeriyê. Li gel êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi her cûre teknîk, bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hevrêya me Çiya li gel hevrêyên xwe berxwedaneke dîrokî nîşan da, li ser xeta milîtaniya Apoyî bêteredût meşiya û careke din nîşan da ku dagirker wê ti carî bi ser nekevin. Hevrêya me Çiya di encama êrîşên dewleta Tirk a sûcdarê şer de, ku bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi namerdî li ser çeperên şer bi kar anî, di 21'ê Tebaxê de şehîd bû.

DEMHAT HEREKOL

Hevrêyê me Demhat li Sêrtê ku bi welatparêziya xwe tê naskirin, ji bo azadiyê berdêl daye û teslîmiyet ti carî qebûl nekiriye, li nava eşîra Alikî li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Ji ber ku ji nava xizmên wî tevlîbûn li nava refên têkoşînê hebû, vê yekê bandor li hevrêyê me kir ku ji PKK'ê hez bike, xwe nêz bike. Hevrêyê me Demhat, polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a qirker faşîst ên li ser gelê Kurd ji nêz ve dît, di temenekî ciwan de birayra têkoşînê da. Hevrêyê me Demhat ku li dibistanê xwendekarekî serketî bû, beşa Endezyariya Înşaetê ya li Zanîngeha Kirklareliyê qezenç kir. Di salên xwendina zanîngehê de têkoşîna xwe dewam kir û bi rengekî çalak beşdarî kar bû. Di asta pêşengiyê de li nava karên ciwanan bi rol rabû, pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Dewleta Tirk a faşîst ku nikare xwe li têkoşîna demokratîk rabigire, ev qad bêhtir teng kir û zext zêde kir. Hevrêyê me Demhat ku ti carî bêçare nema, li dijî her zextê têkoşîn mezin kir û bi vî rengî bersiv da, kete nava lêgerîna têkoşînê. Hevrêyê me Demhat fêhm kir ku bersiva herî mezin a li hemberî polîtîkayên înkar û îmhayê yên li ser gel û ciwanên Kurd, li nava refên gerîla dibe û biryara tevlîbûnê da. Hevrêyê me Demhat feraseta 'Nasnameya xwe ya Kurd red bike, tu çawa dixwaze bijî' ya ku sîstem li ciwanên Kurd ferz dike, red kir û berê xwe da nava jiyaneke bi rûmet. Bi vî rengî derba herî mezin li sîstemê xist û sala 2014'an beşdarî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Demhat li herêma Botanê tevlî nava refên gerîla bû û ev firsend baş nirxand, weke çavdêrekî xurt ji jiyanê hîn bû. Bi coş û moraleke mezin di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû. Hevrêyê me Demhat perwerdeya gerîlatiya bingehîn bi serketî qedand û derbasî qada pratîkê bû. Demekê li Qendîl û Heftanînê karekî serketî kir, piştre sala 2016'an derbasî qada Zapê bû. Di vê demê de ji xwe re kir esas ku ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve bi pêş ve bibe, bi hevrêyên xwer e nîqaş kir, hîn bû, yên ku hîn bû bi hevrêyên xwe re parve kir û ev hewldan ji bo xwe kir wezîfeyek. Ji bo felsefeya Apoyî bi kûrahî fêhm bike û bixe meriyetê gelekî hewl da û ji bo vê jî têkoşîneke mezin meşand.

Li gel şert û mercên giran ên Zapê zehmetî nekişand ku hînî vê qadê bibe û yekser tevlî nava karên pratîkê bû. Tevî nexweşiya çavên xwe jî bi piştgiriya hevrêyên xwe li Zapê tevlîbûneke xurt li pratîka şer kir. Bû nûnerekî xurt ê îradeya Apoyî. Di her karî de ji bilî serketinê ti pîvan qebûl nekir. Bi vî rengî li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Heta sala 2022'an bênavber di nava pratîka şer de ma û bi enerjiya xwe ya bêdawî hêz da hevrêyên xwe.

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker faşîst ên li ser Başûrê Kurdistanê li refên ehrî pêş bersiv da û di vê demê de ji bo rawestandina dijmin bû yek ji pêşengên me. Hevrêyê me Demhat cihê xwe di gelek çalakiyan de girt ku derbên giran li dijmin hate xistin. Bi tecrûbeya xwe ya şer ji hevrêyên xwe re bû alîkar.

TOLHILDAN HÊVÎ

Hevrêyê me Tolhildan li malbateke bi eslê xwe ji Amedê de li Duzceyê ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî welatparêz bû, partiya me têkoşîna me ya azadiyê ya bi pêşengiya PKK'ê di temenê biçûk de nas kir. Partiya me bi piranî ji ber hêza wê ya parastina mafên gelên bindest, çîn û jinên bindest nas kir û di bin bandora wê de ma. Di ciwaniya xwe de ji bo tolhildana polîtîkayên dijminê qirker û komkujiyên ser gelê me hilîne, li rêyên têkoşînê geriya û pêşî di nava xebatên ciwanan de cih girt. Dema ku di nava xebatên ciwanan de bû, firsend dît ku têkoşîna me ya rêxistinbûyî baştir nas bike û her ku diçe zêdetir berpirsyarî hilda ser xwe. Hevrêyê me Tolhildan ê ku di dema xebatê de polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me baştir fêhm kir, têgihişt kir ku têkoşîna di nava sîstemê de wê zêde encam negire. Dîsa êrîş û qetlîamên çeteyên DAÎŞ’ê yên li Kobanê li dijî gelê me pêk anîn, asta biryardariya hevrêyê me Tolhildan bilind kir. Ji bo vê jî berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku ji xwe re weke qadeke têkoşîneke bi bandor û bi encamtir didît û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Tolhildan ku di sala 2014’an de ji qada Amedê gava xwe ya yekemîn avêt nava refên gerîla, piştre derbasî Zapê bû. Li Zapê perwerdeya xwe ya şervanê dît û zanîna xwe ya yekemîn a gerîla û çiya li wir bi dest xist. Bi perwerdeya ku dît û bi zanebûna ku bi dest xist, jiyana gerîla ya ku nû dest pê kiribû, di kesayeta wî de veguherînên girîng afirand. Beriya her tiştî weke ferd li hemberî bandorên pergala kapîtalîst a ji mirovan re wekî ku kêrî tiştek nayê nîşan dide û wan weke obje dibîne, bûye milîtanekî ji xwe bawer. Hevrêyê me Tolhildan ku li ku pêwîst be jî însiyatîfa pêwîst bi kar tîne, bi vê taybetmendiya xwe di gelek mijarên krîtîk de biryar girtiye û bi serketî pêk aniye. Bandora azadiyê ya çiyê hevrêyê me Tolhildan roj bi roj bandortir kiriye, gav bi gav nêzî azadiyê bûye. Hevrêyê me Tolhildan ku piştî perwerdekirina şervanên nû derbasî herêma Avaşînê bû, nêzî 5 salan li herêma Avaşînê ma. Herêma Avaşînê ligel ku şert û mercên wê dijwar bû jî, tevî hevrêyên xwe bi xwezayê ve hatibûn girêdan, hemû astengî derbas kirin û li dijî dijmin çalakiyên bi bandor li dar xistin. Her kêliya xwe bi hevrêyên xwe yên ku bi wan re şer dikir re parve dikir û bi kesayeta xwe ya cewherî û dilpak ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve dihat hezkirin. Dîsa bi kesayeta xwe ya kedkar, bi fedakarî beşdarî her alî û kêliya jiyanê bû û bû milîtanekî Apoyî ku ji aliyê hevrêyên xwe ve mînak hat girtin. Hevrêyê me Tolhildan ku li herêma Avaşînê di gelek çalakiyan de li dijî dijmin cih girt, di van çalakiyan de bi serkeftina xwe ya mezin derbên giran li dijmin xist. Bi tecrubeyên ku di van çalakiyan de bi dest xistibû û her wiha bi serkeftinên xwe yên di çalakiyan de firsend hebû ku xwe ji aliyê leşkerî ve zêdetir pêş bixe. Hevrêyê me di pratîkê de bi pêş ket, bi pratîka xwe ya şer û nîqaşên ku bi hevalên xwe yên jiyanê re pêşxist, karî di taktîk û şêwaza gerîla ya serdema nû de xwe kûr bike. Bi vê hewldana hevrêtiyê, ji hevalên xwe yên din re bû mînak.

Hevrêyê me Tolhildan ku piştre derbasî herêma Zapê bû, tecrubeyên xwe yên jiyanî û leşkerî li vir bi hevrêyên xwe re parve kir û erkên xwe yên şoreşgerî bi cih anî. Hevrê Tolhildan ê ku di sala 2021’an de di dema êrîşên dijmin ên li ser herêmên Zap û Avaşînê de ji herêma Zapê beşdarî Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bû û bû yek ji hevrêyên yekemîn ku li dijî operasyona dagirkeriyê ya ku dijmin dixwest li herêma Zapê pêk bîne xwe gihand çeperan. Ji ber ku di şer de bi erkên pêşengtiya Apoyî haydar bû, bi lez û bez li hemberî dijmin şer kir. Tevî ku şehadeta gelek hevrêyên xwe yên ku di şer de bi wan re şer kiriye bandor li wî kir jî, hevrêyê me Tolhildan bîranînên van hevalan ji bo xwe veguherand hêz û moralê û têkoşîna xwe hîn mezintir kir. Hevrêyê me Tolhildan ku ji biharê ve ji êrîşên dijmin re amade ye hem ji bo tola hevrêyên xwe yên berê şehîd bûne hilîne hem jî ji bo careke din li qada Zapê derseke dîrokî bide dijmin, kedeke mezin daye. Ji taktîka tîmên bi tevger bigire heta berxwedanên di tunelên şer de pêşketibû, bi gelek taktîkan bersiv da êrîşên dijmin û bû yek ji hevrêyên me yên pêşeng ên li herêma Zapê nehiştin dijmin bi pêş ve biçe. Bîranîna hevrêyê me Tolhildan ku bi moral û hêza ku di jiyanê de daye hevrêyên xwe û bi berxwedana xwe ya destanî ya li hemberî dijmin, wê her tim bibe sedema mezinkirina têkoşînê ji bo me hevalan. 

CÛDÎ MALAZGÎRT

Hevrê Cûdî, li navçeya Milazgir a Mûşê, ji malbateke welatparêz çêbûye. Ji ber ku cihê lê jiyaye Tevgera me bi bandor bûye û hestên welatparêziyê xurt bûne, hej di biçûkatiya xwe de tevlî partiya me PKK’ê bûye. Lewma kêfa wî ji têkoşîna gerîla re hatiye û bi xeyalê ku bibe gerîla mezin bûye. Di ciwaniya xwe de rastiya gel fêm kiriye, haya wî ji jiyana bêrûmet çêbûye ku dijmin ji bo gelê me rewa dîtiye. Wek her ciwanekê Kurd ê birûmet, rewş qebûl nekiriye û biryar ji bo têkoşînê daye. Ji ber êrîş û qetlîamên li gelê me bûne, hevrê Cûdî li dijmin bi hêrs bûye. Ji wê boneyê ji bo pêkanîna xeyalê xwe yê gihîştina gerîla berê xwe daye çiyayên Kurdistanê û sala 2015’an ketiye nav refên gerîla. 

Cûdî yê hevrêyê me, gava tev li refên partiyê dibe, wî ji hay jê heye pêvajoyeke şer a bi zorî û zehmetî heye. Ji wê boneyê di vê çarçoveyê de tev perwerdehiyê dibe. Di pêvajoya perwerdekirina şervanên nû de ketiye hewila fêmkirina ji Partiya me, li ser ku wê mirov çawa bikare bi awayê herî çalak û jidil tev li jiyana li serê çiyayan û gerîla bibe, sekiniye. Bi sekinîna li ser xwe roj bi roj bêhtir hînê jiyana li serê çiyayan û gerîla dibe û dikeve hewila watedarkirina her kêliya ku dijî. Bi wateya ku dide jiyanê bêhtir bi Partiya me ve tê girêdan. Bi taybetî ji têkiliyên hevrêtiyê ku wê di tu dera pergalê de nebîne, pir bi bandor bûye û hewil daye ku ji felsefeya azadiyê ya ev têkiliyên hevrêtiyê derxistine holê, fêm bike, bi xwendina Rêbertiyê hêrs û azweriya wî ya ji bo têkoşinê hêj bêhtir bûye. Hevrêyê me Cûdî, bi perwerdehiya ku dîtiye, hemû pratîka xwe ya gerîlatiyê li qada Zapê derbas kiriye. Hevrêyê me Cûdî ku li gelek qadan xebitiye, bi kedkarî û fedakariya xwe derketiye pêş, bi vê taybetiya xwe pêşengî ji gelek xebatan re kiriye. Bi taybetî di amadekirina tûnelên şer de bi erkên giring rabûye û bi pratîka xwe baweriya pê hebûye, bi avê de nebiriye. Hevrê Cûdî texmîn kiriye ku tûnelên şer di dîroka têkoşînê ya me de çiqas giring in, bi coş û moral û xwestineke zêde xebatên xwe bi serfirazî kirine. Di vê wateyê de, hevrêyê me Cûdî wek hevrêyekê me yê kedkar ku tûnelên şer çêkiriye, wê her tim ji aliyê hevrê û gelê me ve bê bibîranîn.

Hevrêyê me Cûdî çawa ku sala 2021’î dijmin dest bi êrîşê kir li herî pêş bû, li dijî êrîşên 14’ê Nîsanê dest pê kirin jî li herî pêş şer kir. Di serî de taktîka tîmên bitevger, bi taktîkên wî yên şer ên serdema nû, derbeyên xedar li dijmin xistine. Hem di tûnelên şer de, hem jî bi hevrêyên xwe re li eraziyê li dijî dijmin tim çalakî kirine. Bi wêrekiya xwe kiriye ku derbên xedar li dijmin bên xistin, hem jî bûye hêz û moral ji bo hevrêyên xwe, erka mîlîtaniya bi pêşengî bi cih bîne. Heta gava ku şehîd bibe jî hevrêyê me Cûdî, parastina sekina xwe ya mîlîtanî ya Apoyî kiriye.Wek mîlîtanekê pêşeng ê Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê, şehîd bûye û bûye îspateke şênber a netêkçûyîna gerîlayên Kurdîstanê. 

Di serî de malbatên hevrêyên me Nûda, Çiya, Demhat, Tolhildan û Cûdî û gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê sax bibe."