HPG: Rê nedan dagirkerî û qirkeriyê

HPG'ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir û got, "Li Bakurê Kurdistanê gelek çalakî li dijî dijmin kirin û nîşan dan ku wê ti carî rê nedin dagirkeriyê û polîtîkayên qirkirinê."

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de wiha hate gotin:

"Li dijî êrîşên tunekirinê yên dewleta Tirk a mêtinger ên li Bakurê Kurdistanê, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku hêza xweparastinê ya gelê me ye, di nava şert û mercên herî giran de mîsyona xwe ya dîrokî bi cih tînıin û dema pêwîstî pê dibe bi fedaîtî ber bi şehadetê ve dimeşin. Hevrêyên me Jînda, Canda û Êrîş jî di şerê me yê xwedîderketina li rûmeta gelê me de weke milîtanên pêşeng di 12'ê Hezîrana 2022'an de li Geliyê Anîtosê, di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker û şer de bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Jînda Cûdî
Nav paşav: Jiyan Konûr
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Fatma-Tahîr
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Hezîrana 2022 / Wan

Nasnav: Canda Welat
Nav paşnav: Canan Ozdemîr
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav:
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Hezîrana 2022 / Wan

Nasnav: Êrîş Rizgar Kato
Nav paşnav: Şaban Yorgûn
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Zeynep-Ramazan
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Hezîrana 2022 / Wan

 

JÎNDA CÛDÎ

Hevrêya me Jînda li navçeya Silopiya ya Şirnexê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Ji ber kuk malbat û derdora hevrêya me Jînda welatparêz bû, firsend dît ku PKK'ê ji nêz ve nas bike. Di salên 1990'î de mezinbûna li nava malbateke welatparêz a şehîdên xwe hene, kir ku hevrêya me Jînda di ciwantiyê de ji gerîla hez bike û bibe xwedî hurmet. Hevrêya me Jînda zext û zilma li her malbateke welatparêz dihate kirin ji nêz ve dît û dest bi lêpirsîna vê yekê kir. Li dijî vê zilmê bi kîn û nefreteke mezin kete nava lêgerîna têkoşînê. Di salên xwendina Zanîngehê de bi rengekî çalak tevlî karên ciwanan û gel bû. Piştî ku Rêber Apo xwend, dilsoziya xwe ya hestewarî veguherand ya hişmendiyê. Di van salan de hîn û nefreta xwe fêhm kir û pê hesiya ku bi têkoşînê dikare azad bibe. Ji ber karên xwe yên çalak, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve sê caran lêpirsîn der heqê wê de hate destpêkirin. Lê belê hevrêya me Jînda bi mezinkirina têkoşînê bersiv da van êrîşên zext tirsandinê. Bi daxwaza xwe ya di nava kar de pêşengî ji hevrêyên xwe re kir û piştî demekê gihîşt wê baweriyê ku têkoşîna ew dimeşîne li hemberî polîtîkayên dewleta Tirk a mêtinger ên qirkirina gelê Kurd têrker nîne û biryar da ku têkoşînê mezintir bike. Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê yên barbar bi piştgiriya dewleta Tirk êrîşî Rojava kir, hevrêya me Jînda bersiva herî bi wate da banga seferberiyê ya Rêberê me û sala 2015'an ku hingî di pola destpêkê ya beşa hemşîretiyê ya Zanîngeha Mersînê de bû, biryar da tevlî nava refên gerîla bibe.

Hevrêya me Jînda ku berê xwe da çiyayên Kurdistanê yên azad, kete bin bandora têkiliyên xurt ên hevrêtiyê yên li nava gerîla û bi kelecaneke mezin bi jiyana gerîla re bû yek. Di dema destpêkê ya tevlîbûnê de ji xeta Zîlan bi bandor bû, dilsoziya hevrê Zîlan a li Rêbertî ji xwe re kir bingeh û di şer û jiyanê de hewl da mîna Zîlan be. Piştî ku perwerdeya şervanên nû temam kir, demekê pratîkeke serketî kir û bi girîngiya perwredeya pisporiya leşkerî hesiya, demekê tevlî vê perwerdeyê bû. Di pêvajoya perwerdeyê de bi vê sekna xwe û tevlîbûna çalak li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê û pêvajoya perwerdeyê bi serketî qedand. Ji ber hunera xwe ya hînbûnê û parvekirina bi hevrêyên xwe re, li dû bidawîkirina pêvajoya perwerdeyê di perwerdeyên pisporiya leşkerî de bi erka fermandariyê rabû. Mîna ku di her wezîfe û berpirsyariyê de kir, di vê wezîfeyê de jî ji bo serketinê têkoşiya. Di pisporbûyîn û profesyonelbûyîna gelek hevrêyan de bû xwedî kedeke mezin. Bû yek ji fermandarên me ku pêşengî ji pratîkkirina taktîkên dema nû ya gerîla re kir. Hevrêya me Jînda ku ji aliyê leşkerî ve gihîşt asteke bilind, gihîşt wê baweriyê ku ji aliyê îdeolojîk ve jî divê gerîla xwe bi pêş ve bibe û gerîla nikare li ser lingekî bisekine, asta pêşketina leşkerî divê ji aliyê îdeolojîk ve jî pêk were. Li ser vê bingehê piştre li Akademiya Jinê ya Azad a Şehîd Bêrîtan tevlî perwerdeyê bû. Di vê perwedeyê de bi xurtî li xwe pirsî û firsend dît ku kûr bibe. Bi vî rengî bi pêş ket. Li ser felsefeya azadiya jinê ya Rêber Apo kûr bû, ji bo pîvanên jin a azad bixe meriyetê, têkoşîneke mezin meşand.

Li dû pêvajoya perwerdeyê ya serketî hevrêya me Jînda derbasî Wanê bû. Li vir tiştên ku di perwerdeyê de hîn bû, hewl da bixe meriyetê û hînî hevrêyên xwe bike. Di nava kelecana grîlatiya Bakur de ku xeyalê her gerîlayî ye, hevrêya me Jînda ev kelecana xwe di her qada jiyanê de nîşan da. Bi sekna xwe ya li nava jiyanê li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Mîna li her qada lê ma li Wanê jî wezîfeyên xwe bi rengekî serketî bi cih anî û ji bo serketina teqez têkoşiya. Di karê gerîla yê profesyoneliyê de yê gelek hevrêyan û di gelek çalakiyan de ku bi rê û rêbazên dema nû derb li dijmin hate xistin, keda hevrêya me Jînda hebû. Li vê qadê tevlî gelek çalakiyan bû û derbên mezin li dijmin xist.

CANDA WELAT

Hevrêya me Canda li Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Hevrêya me Canda a ji eşîra Jîrkî ku yek ji eşîrên qedîm ên Kurdistanê ye û ji nava vê eşîrê gelek tevlîbûn li nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê çêbûye û şehîdên xwe hene, taybetmendiyên biryardarî û berxwedêriyê ya derdora lê mezin bû, di kesayetiya xwe de vehewand. Mîna her ciwaneke KUrd hevrêya me Canda jî polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê yên li ser gelê Kurd ji nêz ve dît û jê gelekî bi hêrs bû. Zexta li nava civakê ya li ser jinê û tunehesibandina jinê bi hevrêya me Canda re bû sedema nakokiyê û kete nava lêgerînan. Hevrêya me Canda fêhm kiri ku bersiva herî bi wate ya li hemberî van hemûyan, li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd û jinê tê meşandin, tevlîbûna li navar efên gerîlayên azadiyê ye ku şerekî bêhempa dimeşîne. Bi vê biryarê sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Canda her tim kêfxweş û kelecanî bû ji ber ku li cihê lê ji dayik bû û mezin bû gerîlatî dikir. Bi baweriya ku vê xakê baş nas dike, ji kêliya destpêkê ve hînî jiyana gerîla bû. Bi tevlîbûna xwe ya bêhesab û ji dil, di demeke kurt de bû hevalek ku li nava hevrêyên xwe bû cih hurmetê. Ji ber vê yekê l Wanê ma û pratîk dewam kir. Di dmeke kurt de aliyê xwe yê leşkerî bi pêş ve bir û ne tenê karên pratîkî kir her wiha perwerdeya îdeolojîk jî dewam kir. Li ser vê bingehê, nakokiyên têkildarî zext û êrîşên li nava civakê yên li ser jinê, bi xwendinê û nîqaşa bi hevrêyên xwe re çareser kir. Ji bo bicihanîna pîvanên jinê yên azad gelekî hewl da. Bi pratîka xwe jî bi rengekî çalak tevlî kar bû, kûrbûn û çavdêriyên xwe derbasî pratîkê kir. Li wanê bi asta pêşengiyê tevlî çalakiyên bi bandor bû. Hevrêya me Canda ji bo bibe fermandareke şareza ya YJA Starê bi gavên ji xwe bawer meşiya. Bi sekna xwe ya bi biryar û îradeya xwe ya li nava şer û jiyanê, ji hevrêyên xwe yên mêr û jin re bû mînak. Bi hesayetiya xwe ya dilnizm ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin.

Hevrêya em Canda ku asta berpirsyariyê pê re bilind bû, ji bo karibe wezîfeyên jê re hatiye dayin bi rengekî serketî bi cih bîne, têkoşiya. Ji hevrêyên xwe yên nû hatin qadê re bû alîkar, ji bo karibin zû hîn bibin bi roleke girîng tevgeriya. Hevrêya me Canda bi kesayetiya xwe ya dilnizm hem hîn dikir hem jî hîn dibû. Bi vî rengî xwe gelekî bi pêş ve bir.

Hevrêya me Canda ji roja tevlîbûnê heta bi şehadetê, li her qada Wanê kar kir, ked da û pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Di lêdana derbên herî giran ên li dijmin de hevrêya me Canda li Wanê xwedî kedeke girîng bû. Bersiva herî mezin da nokerî û hevkariya pê re. Hevrêya me Canda ku xwedî pratîkeke serketî bû û di wezîfeyan de ji bilî serketinê pîvanek ji xwe re nas nekir, ji xwe re ki armanc ku hevrêyên xwe hemûyan li ser vê xetê perwerde bike û ji bo vê -têkoşiya. Hevrêya me Canda bi kesayetiya xwe ya kedkar, biryardariya li ser wergirtina encamê û sekna xwe ya li nava jiyanê wê ji bo me hevrêyên xwe her tim bibe mînak.

ÊRÎŞ RIZGAR KATO

Hevrêyê me Êrîş li Colemêrgê li nava malbat û derdoreke welatparêz ji dayik bû, mezin bû. Ji ber ku ji nava malbata hevrêyê me Êrîş tevlîbûn li nava PKK'ê çêbû û hinek jê şehîd ketin, hevrêyê me Êrîş partiya me ji zarokatiyê ve nas kir û jê hez kir. Hevrêyê me Êrîş ku bi eslê xwe ji gundê Qewalê yê li qada Kato Qewal ye, ji ber ku li vê herêmê gerîla hebûn hîn di zarokatiyê de ew dît û nas kir. Hevrêyê me Êrîş ev yek ji bo xwe weke şenseke mezin nirxand û piştî tevlî gerîla bû, zehmetî nekişand ku hînî qada nas dikir, bibe. Li gel naskirina gerîla, her wiha polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst qirker ên li ser gelê Kurd, zext û tundiya wê jî ji nêz ve nas kir û hewl da li dijî vê polîtîkayê rê û rêbazên têkoşînê biafirîne. Hevrêyê me Êrîş ku di asta pêşengiyê û çalak de tevlî karên ciwanan bû, dema ku ji ber sedemên aborî neçar ma li metropolan kar bike, tevlî karên ciwanan û rêxistinî bû.

Kar û çalakbûna hevrêyê me Êrîş bala dijmin kişand û mîna ku li gelek ciwanên Kurd dikir, hewl da hevrêyê me Êrîş jî bixe nava xefika sîxuriyê. Dewleta Tirk a faşîst mêtinger xwest ku sîxuriyê bi hevrêyê me Êrîş bide qebûlkirin. Pêşniyar jê re kir ku wênekêşan li qadên gerîla yên li hreêma Katoyê bi cih bike û bi malbata hevrêyê me gef lê xwar. Mîna her ciwanekî Kurd ê bi rûmet hevrêyê me Êrîş jî ev pêşniyar red kir, diyar kir ku ew nikare xiyanetê li gelê xwe bike û bersiva herî bi wate ya ku divê her ciwanekî Kurd bide, wî jî da, tevlî nava refên gerîla bû. Ji koma destpêkê ya gereîla re cihê wênekêşan got. Hevrêyê me Êrîş bi biryara xwe ya tevlîbûnê re bersiva herî bi wate da polîtîkayên xistin û sîxurkirinê yên dewleta Tirk a faşîst qirker ên li ser ciwanên Kurd.

Hevrêyê me Êrîş roja ku tevlî bû ji hevrêyên xwe re qala her tiştên bi serê wî ve hatin, kir û heta şehîd bikeve tevlîbûna xwe dewam kir, ji bo hevrêyên xwe jî timî durust bû. Bi vê taybetmendiya xwe hîn di kêliyên destpêkê de ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin û hurmet jê re hate nîşandan. Ji ber ku gerîla berê nas dikir, zû hînî jiyanê bû û bi kedkarî, durustî û tevlîbûna xwe ya bêhesab, li her devera lê bû bi roleke diyarker rabû. Ji ber ku tecrûbeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê li qada nas dikir pêk anî, zehmetî nekişand û ji hevrêyên xwe re bû alîkar ku qadê nas bikin. Derfet û firsend dît ku Partiya me bêhtir nas bike, bi hevrêyên xwe re nîqaşan bike, tiştên nû hîn bibe û ev firsend baş nirxand. Hevrêyê me Êrîş ku her tiştên meraq dikir dipirsiya, li her devera lê ma nîqaş dikir, bi moralê xwe yê di nava jiyanê de cihê xwe diyar bû. Hevrêyê me Êrîş ji bo karibe ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bibe timî alîkarî ji hevrêyên xwe dixwest, nîqaş dikir û tiştên hîn dibû bi hevrêyên xwe re parve dikir. Tevlî gelek karên li qada Wanê bû, ji xwe re kir armanca herî mezin ku berprisyariyên xwe bi ser bixîne. Hevrêyê me Êrîş li se derbên ku li dijmin bêne xistin kûr bû, bi hevrêyên xwe re nîqaş kir û bi van fikran kûrbûna xwe mezin kir.

ROJBÛN Û SASON TEVLÎ KARWANÊ NEMIRAN BÛN

Bakurê Kurdistanê weke xaka ku gavên destpêkê yên têkoşîna me ya azadiyê lê hate avêtin û gelê me bi têkoşînê re bû yek, rabû serhildanê, di dîroka me ya berxwedanê de her tim xwedî cihekî taybet bû. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê weke hêza xweparastinê ya bingehîn a gelê me her tim bersiva pêwîst da êrîşên dagirkeran û bû sembola seknka bi rûmet a gelê me. Hevrêyên me Rojbûn û Sason ku 2'ê Tebaxa 2022'an di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de tevlî karwanê nemiran bûn, di têkoşîna me ya şoreşê de bi fedaîtî kar kirin, bi fedaîtî şer kirin û bûn milîtanên mînak ên li ser meşa me ya xeta serketinê.

Agahiyên li se nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Rojbûn Amara
Nav paşnav: Çîmen Ataman
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Gulistan-Abdûrrahîm
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Tebaxa 2022 / Kato

Nasnav: Sason Xelîl
Nav paşnav: Gokhan Toktaş
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Nadîre-Îzzettîn
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Tebaxa 2022 / Kato

ROJBÛN AMARA

Hevrêya me Rojbûn, ji malbateke ji Eşîra Elkî çêbûye. Ji ber ku malbat û derdor welatparêz bûne, hin xizmên wê tev li nava refên gerîla bûne û hin xizm jî di têkoşîna azadiyê ya gelê me de şehîd bûne, hevrêya me Rojbûn jî bi çanda welatparêziyê rabûye.  Lewma gerîla û partiya me PKK nas kirine. Bi naskirina Rêbertiya me, gerîla û hevrêyên me yên şehîd yekcar eleqeya wê ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê çêbûye û diyar kiriye ku ew ê derveyê felsefeya jiyana ku Rêber Apo ava kiriye tu jiyaneke din qebûl neke. Tevî hemû polîtîkayên şer ên teybet berê wê her tim li Kurdistanê û tevgera azadiyê bûye.Têkoşîna bi fedakarî ya Rêbertiya me, gelê me û gerîla ya ji bo azadiya Kurdistanê bandor li hevrêya me Rojbîn kiriye û xwestiye bi têkoşîna xwe di nav dîroka azadiyê ya gelê me de cihê xwe bigire. Hevrêya me Rojbûn fam kiriye ku rêya vê yekê têkoşîna di nav gerîla li çiyayên Kurdistanê ye, 4’ê Nîsana 2005’an tev li nava refên gerîla bûye.

Hevrêya me Rojbûn salvegera rojbûna Rêbertiya me tev li nava refên gerîla bûye û her tim bi hestyariyeke zêde ya girêdayîbûna Rêbertiya me tev li jiyanê bûye.Gava tev li nava refên gerîla bûye tiştên destpêkê bala wê kişandine, têkiliyên hevrêtiyê û tevlêbûna nav jiyanê bi fedakarî ya gerîla bûne. Hevrêya me Rojbûn ku ji van teybetiyên pîroz ên gerîla bi bandor bûye bixwe jî ev teybetî wergirtine û bûye mîlîtaneke mînak. Her wiha qîmeta ku Rêbertiya me dide jinan û perspektîfên nû yên ji bo têkoşîna azadiyê ya jinan anîne jî kirine ku hevrêya me Rojbûn bêhtir girêdayê Partiya me bibe. Ji xurttir kirina têkiliya xwe ya hestyarî ya bi Partiya me re perwerdekirina xwe wek erka bingehîntirîn diyar kiriye. Bi perwerdehiyên bîrdozî cîhana xwe ya wate û hişmendiyê bi pêş de biriye, kesayeta xwe jî di parzûna felsefeya Rêbertiya me de derbas kiriye û bûye mîlîtaneke pêşeng. Hevrêya me Rojbûn ku bi perwerdehiyên bîrdozî yên dîtine ketiye îdiaya temsîlkirina pîvanên azadiya jinan di kesayeta xwe de. Di vê dema azadiyê ya ku divê mirov erk û berpirsyariyên xwe bêhtir bi cih bîne de haya wê ji wê yekê çêbûye ku divê mirov di warê leşkerî de jî bi pêş de bibe. Di serdema nû şerê gerîlatiyê de ji bo bicihanîna rolê xwe pêşengiyê wek mîlîtaneke jin, xwestiye di warê leşkerî de xwe şareza bike. Ji wê boneyê bi demeke dirêje perwerdehiyên operasyonan û profesyonelbûnê dîtine û ji van pêvajoyên perwerdehiyê bi serkeftin derketiye. Hevrêya me Rojbûn ku tev li gelek xebatan bûye, bi tevlêbûna bi berdewamî ya van xebatan û bi awayê xwe yê encamgir bawerî daye hevrêyên xwe û bi serkeftin li xebatên xwe dewam kiriye. Lê di serî de şerê li Bakurê Kurdistanê û Hêrêmên Parastinê yên Medyayê berdewam e û şehadet ku çêbûne, daxwaza çûna qadên şer lê giran e yekcar zêde kiriye. Bi taybetî israr kiriye ku biçe Bakurê Kurdistanê ku derbeyên giran li dewleta Tirk a mêtinger bixe û di encama vê israra xwe de gihîştiye armanca xwe.

Bi girêdayîbûna xwe ya bi Rêbertiya me û şehîdan ve û bi berpirsyariya liyaq bûna wan hevrêya me Rojbûn berê xwe daye Bakurê Kurdistanê û îdiaya xwe ya herî mezin jî wek pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêbertiya me diyar kiriye û bi vî awayî tev li xebatan bûye. Di her xebata ku tev lê bûye de şikandina zextên li ser Rêbertî, gel û Tevgera me kirine armanc û hewil daye ku vê bi pratîka xwe pêk bîne. Bi mayîna girêdayî bi bibîranînên hevrêyên xwe Şehîd Tîrêj û Şehîd Bager ên lêzimên wê ne ve, li Bakurê Kurdistanê ku çûye armanceke wê ya mezintirîn jî pêkanîna xeyalên van hevrêyên wê bûye. Ji wê boneyê tevlêbûna bi fedaîtî ji xwe re kiriye asas û heta ku şehîd bibe jî tawîz ji vê sekina xwe nedaye. Em wek hevrêyên Rojbûn careke din soz didin ku heta tola hemû şehîdên xwe yên qehreman hilînin û xeyalên wan pêk bînin em ê li têkoşîna xwe dewam bikin. 

SASON XELÎL

Hevrêyê me Sason, li navçeya Şaxê ya Wanê ji malbateke welatparêz çêbûye. Derdora ku lê jiyaye ji ber ku welatparêz bûye û Tevgera me her ku çûye bandora xwe li herêma Wanê zêdetir kiriye, hevrêyê me Sason jî Partiya me PKK nas kiriye. Êrîşên bi ser gelê me de û polîtîkayên qirkirinê yên dijmin jî kirine ku hevrêyê me Sason hay ji vê hişmendiyê çêbibe. Bi sekina gerîla ya bi îrade û tu tawîzê nade van polîtîkayên dijmin, bûye sedem hevrêyê me Sason dest bi lêgerînê bike û xwestiye ku têkoşîna me ya gerîla ji nêz ve nas bike. Êrîş û qetilamên DAÎŞ’ê bi ser gelê me de bi hevkariya dagirkeran, hevrêyê me Sason sewqê tevlêbûna têkoşînê kiriye û bi hişmendiya ku qada têkoşînê ya herî rast û encam bigire refên gerîla ne, sala 2014’an tev li nava refên gerîla bûye. 

Bi tevlêbuna nava refên gerîla, bi perwerdehî û zanînên ku ji hevrêyên bi tecrûbe girtine di demeke kin de şareza bûye û ji bo hilanîna tola gelê me berê xwe daye Kobanê û dîl ketiye destên dijmin. Hevrêyê Sason ku demeke dirêj di zindanên dijmin de maye li vir jî sekina xwe ya bi mîlîtanî parastiye û li dijî êşkence û polîtîkayên bêzarkirinê bûye parêzkarekê bi israr ê kevneşopiya berxwedanê ya zindanan. Qada zindanê ku wek qada Rêbertiyê jî tê zanîn ji xwe re wek akademiyekê dîtiye û xwe şarezakirina di felsefeya Rêbertiyê de ji xwe re kiriye asas. 

Bi sekinandina li ser xwe, bûye xwediyên teybetiyên mîlîtanî yên Apoyî û bûye xwediyê hişmendiya ku mirov encax xwe di bîrdoza Apoyî de şareza bike dikare dijmin têk bibe. Hevrêyê me Sason ku piştî berxwedana xwe ya bi rûmet ji zindanê azad bûye dîsa berê xwe daye çiyayê Kurdistanê û li têkoşîna gerîlatiyê dewam kiriye. Bi sekinandina li ser xwe di zindanê de, guherînên di têkoşîna me ya gerîlatîyê de qewimîne, awayên berpêbûnê yên dijmin baş fam kirine û yekcar bi kelecan û bi coş li têkoşîna xwe dewam kiriye. Perwerdehiyên bîrdozî yên di zindanê de girtine û tecrûbeyên xwe yên leşkerî li hev xistine û wek fermandarekê şareza yê serdema nû pêşengî ji hevalên xwe re kiriye. Bi tevlêbûna xwe ya bi fedakarî û bi jidiliya xwe ya di hevrêtiyê de ji hemû hevrêyên xwe re bûye hêz û tev li çalakiyên li qada Katoyê li dijî dijmin hatine lidarxistin bûye û hem xwestiye tola gelê me hilîne hem jî erka xwe ya mîlîtaniyê bi layiqî bi cih bîne. 

Em, di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Jînda, Canda, Êrîş, Rojbûn û Sason ku bi salan li Bakurê Kurdistanê mane û li dijî dijmin gelek çalakî li dar xistine, ji gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza tacîdarkirina têkoşîna hevrêyên xwe bi serkeftinê didin."