HPG: Qadên berxwedanê bi dehan caran hatin bombekirin

Artêşa Tirk a dagirker bi dehan caran qadên berxwedanê bombe kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker 4 û 5'ê Çileyê Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Cûdî û Girê Biharê, çeperên bexwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemçoyê yên li nehiya Şêladizê ya navçeya amediyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşan wiha ne:

"4 û 5'ê Çileyê Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Cûdî û Girê Biharê, çeperên bexwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemçoyê yên li nehiya Şêladizê ya navçeya amediyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."