HPG: Li Zapê 2 çeperên dagirkeran hatin îmhakirin, dagirkerek hate cezakirin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Zapê bi çekên giran li leşkerên Tirk ên dagirker xistin. Di çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin, 2 çeper jî hatin îmhakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Zapê;

24'ê Adarê saet di 00:10'an de hêzên me ji 2 baskan ve bi çekên giran li dagirkerên li Kela Bêdewê xistin. Di vê çalakiyê de herî kêm dagirkerek hate cezakirin û 2 çeperên dagirkeran hatin îmhakirin.

Ev çalakî di şexsê şehîdên me yên Hefteya Lehengiyê ya 21-28'ê Adarê de ji bo bîranîna lehengên nemir ên Kurdistanê hemûyan hatiye kirin.

24'ê Adarê saet di 17:40'î de li h erêma Zazpê qadên Girê Bihar, Şehîd Şahîn û Şehîd Rustem bi balafirên şer 3 caran hatin bombekirin. Heman rojê saet di 18:00 de qada Girê FM ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin.

24'ê Adarê saet di 17:30'î de li herêma Xakurkê derdora Çemê Lolanê bi balafirên şer hate bombekirin.

24 û 25'ê Adarê li herêma Metînayê derdora Girê Hakkarî bi balafirên şer 4 caran hate bombekirin."