HPG: Li Zap, Metîna û Xakurkê 12 dagirker hatin cezakirin, derb li 2 helîkopteran hate xistin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixînin. Di çalakiyên ku hatin lidarxistin de 12 dagirker hatin cezakirin û 7 dagirker jî birîndar bûn.

HPG’ê got, “Hêzên me li Zap, Metîna û Xakurkê gelek çalakî li dar xistin û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. Di van çalakiyên ku hatin kirin de; 12 dagirker hatin cezakirin û 7 dagirker jî birîndar bûn. Her wiha droneke teqemenî lê hatibû barkirin û 2 kon hatin rûxandin, derb li 2 helîkopter, kepçeyekê û 11 çeperan hate xistin.

Artêşa Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî ve Herêmên Parastinê yên Medyayê bi dijwarî bombe kir. Lê hemû êrîşên dijmin bi tevdîrên xurt ên gerîla û tarza tevgera profesyonel hate pûçkirin û tiştek bi hêzên me nehat.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a dagirker ev agahî da:

“Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

Di 13’ê Îlonê saet 06.00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û derb li çeperekê hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.

13’ê Îlonê saet 09:10’an de dema ku dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li hev kom bûn, bi çekên giran  li wan hate xistin.Di vê çalakiyê de 5 dagirker hatin cezakirin, 5 dagirker birîndar bûn û 2 kon hatin rûxandin.

Di 13’ê Îlonê saet 10:35’an de, dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî teqemenî li dronekê bar kiribûn û xwestin dronê di çeperên şer de biteqînin. Bi taktîka sûîkastê dema ev dron li hewa bû li dronê hate xistin û dron hate îmhakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.

13’ê Îlonê saet 11:30, 13:10, 13:45 û 14:30’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û derb li 3 çeperan hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin lidarxistin.

13’ê Îlonê saet 14:25, 15:04 û 16:00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û derb li 3 çeperan hate xistin.

13’ê Îlonê saet 18:00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û derb li çeperekê hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.

13’ê Îlonê saet 19:15’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi taktîka sûîkastê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.

13’ê Îlonê saet di navbera 21:10-23:15’an de dema li ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî helîkopter digeriyan hêzên me yên YJA Starê 4 caran bi çekên giran mudaxeleyî helîkopteran kirin.

14’ê Îlonê saet 00:10’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî  bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û derb li çeperekê hate xistin.

13’ê Îlonê saet 09:30’an de dema ku dagirkeran hewl dan li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê bi cih bibin, bi çekên giran 6 caran li dagirkeran hate xistini. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Di 13’ê Îlonê saet 10.00’an de dema ku dagirkeran hewl dan li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê bi cih bibin, bi taktîka sûîkastê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.

13’ê Îlonê saet 12.40’an de dema ku dagirkeran hewl dan li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê bi cih bibin, bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

 13’ê Îlonê saet 18:20’an de dema ku dagirkeran hewl dan li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê pergala kamerayê ya mobesseyê bi cih bikin, bi taktîka sûîkastê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

13’ê Îlonê saet 18:30’an de dema ku dagirkeran hewl dan li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê bi cih bibin bi çekên giran 6 caran li dagirkeran hate xistin.

13’ê Îlonê saet di navbera 20:10 û 23:32’an de dema ku li ser Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê helîkopter digeriyan, hêzên me 2 caran mudaxeleyî helîkopteran kirin.

13’ê Îlonê saet 07.00’an li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi çekên giran li kepçeyeke dagirkeran hate xistin û tevgera kepçeyê hate sekinandin.

Herêma Metîna;

12’ê Îlonê saet 15:35’an dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî bi çekên giran hedef hatin girtin.

Hêzên me 13’ê Îlonê saet di navbera 00:30-02:00’an de li herêma Metîna mudaxeleyî tevgera helîkopteran kirin. Di vê çalakiyê de helîkopterek hatiye derbkirin û helîkoptera ku hatiye derbkirin ji herêmê dûr ketiye.

13’ê Îlonê saet 15:45’an li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçel bi taktîka vedizînê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek ku ji mesafeyek nêz ve bi çekên ferdî hate derbkirin hate cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn.

Hêzên me 13’ê Îlonê saet di navbera 19:30 û 20:30’an de li herêma Metîna mudaxeleyî tevgera helîkopteran kirin. Di vê çalakiyê de helîkopterek hatiye derbkirin û helîkoptera ku hatiye derbkirin ji herêmê dûr ketiye.

Herêma Xakurkê;

12’ê Îlonê piştî ku dagirker li herêma Ermûşê ketin bin kontrola hêzên me, saet di 06.00’an de bi taktîkeke sabotajê li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

12’ê Îlonê saet 10.30’an de dagirkerên li Qada Girê Şehîd Axîn bi çekên giran hatin hedefgirtin û çeperek hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

13’ê Îlonê herêmên Gundê Gûzê, Gundê Ergenê, Kanîsarkê, Xêrê, Gundê Bilindbazê û Deşta Kafya yên Garê 11 caran ji aliyê balafirên şer ve hatin bombekirin.

13 û 14'ê Îlonê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delî, Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Amediyê û herêma Metîna bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi topan hatine bombekirin."