HPG: Li Xeregolê operasyona dagirkeriyê li ser hev derban dixwe

Navenda Ragihandin û Çapememniyê ya HPG’ê diyar kir di çalakiyê Xeregol, Çelê û Geverê de 19 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Daxuyaniya HPG’ê ya derbarê çalakî û operasyonên Kurdistanê wiha ye:

ARTÊŞA TIRK LI XEREGOLÊ TÊK ŞIKIYA

Operasyona artêşa TC’ê ya dagirker a li Başûrê Kurdistanê bi mebesta dagirkeriyê li qada Xeregolê ya Çelê ya Colemêrgê dayî destpêkirin didome. Artêşa TC’ê di operasyonê de pir balafirên şer, obûs, hawan û tangan bi kar tîne. Li gel vê teknîka dijmin jî hêzên me derbên giran li dijmin dixin. Di nav vê çarçoweyê de ;

Hêzên me yên gerîla 16’ê Cotmehê saet 12.00’an li mintiqeya Şelalê li 2 niqteyan bi ser hêzên dijmin de girtiye. Di niqteyekê de ji yekîneyên dijmin çend hatin kuştin û birîndar bûne baş diyar nebû lê di ya dî de 1 leşker hate kuştin.

17’ê Cotmehê (îro) saet 07.00’an hêzên me li sirtên qada Xeregolê bi ser yekîneyeke operasyonê de çalakiyeke sabotajê kirine. Tespîtbûyî 9 leşker hatine kuştin, 6 leşker jî birîndar bûne.

Li Xeregol û Şelalê îro saet 09.00’an bi ser du yekîneyên operasyonê de ji hêla gerîlayên me ve çalakî hatine kirin. Ji nêz ve bi çekên takekesî derb li dijmin hatiye xistin, ji du yekîneyên dijmin bi giştî 9 leşker hatine kuştin.

16’ê Cotmehê heta 17’ê Cotmehê berê sibehê hêzên dagirker bi balafirên şer, helîkoptêrên kobra, tangan qada operasyonê dane ber bombeyan.

LI ÇELÊ Û GEVERÊ ÇALAKÎ

Di nav çarçoweya qonaxa duyemîn a Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me 16’ê Cotmehê li Colemêrg Çelê û Geverê li dijî leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker çalakî li dar xistine.

Gerîlayên me saet 11.00’an li Geverê, li girê Bayê bi ser hêzên dagirker de çalakî li dar xistine. Di vê çalakiyê de kozik û stargehên dijmin bûne hedef, diyarbûyî 1 leşker hatiye kuştin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obûs û hawanan li qadê xistine, cenazeyê leşkerê mirî bi skorskyê ji qadê rakirine.

Hêzên me saet 12.00 û 16.30’an li Çelê, bi ser girê Koordîne de bi ser kozikên dijmin de 2 çalakî kirine. Di çalakiyê de derbên serkeftî li kozikan hatiye xistin, ji leşkerên dijimin çend hatine kuştin û çend birîndar bûne diyar nebûye.

LI QILEBANÊ OPERASYON

11’ê Cotmehê artêşa TC’ê ya dagirker li Qileban a Şirnexê, bi ser Girê Rijdêû qada Girê Mêşê de operasyon dane destpêkirin. Operasyon 15’ê Cotmehê bê encam vekişiyaye.