HPG: Li Xakurkê û Ebexê 13 leşkerên dijmin hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Star li Xakurkê û Ebexê rêze çalakî kirin. Di van çalakiyan de bi qasî hate zelalkirin 13 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

LI XAKURKÊ 10 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me di 19'ê Cotmehê de li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî pêk anîn. Di saet 11:15'an de li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Axîn çalakiyek pêk hat. Ji sê baskan ve li çeper û stargehên dijmin hate xistin û di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC a dagirker leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakir. Hêzên me saet 11:30'î jî li artêşa TC a dagirker a li ser Girê Şehîd Şahan xistin. Di çalakiyê de ku li konekî û çeperên dijmin hate xistin, di encamê de 6 leşker hatin kuştin.

Hêzên me saet 16:30'î li qada Ermûşê li dijî yekîneyên artêşa TC a dagirker ên derketin operasyonê çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de hejmareke zêde leşkerên dijmin hatin kuştin, lê hejmar nehate tespîtkirin.

Yekîneyên me yên çalakî kirin bi selametî li baregehên xwe vegeriyan.

LI DIJÎ WESAYÎTA ZIRXÎ ÇALAKÎ

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê didome di 19'ê Cotmehê saet 11:10'an de li dijî wesayiteke bi tîpa transît a diçû Qereqola Kevirê Şamiya ya li navçeya Ebex a Wanê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de wesayit hate rûxandin û bi qasî hate tespîtkirin 3 leşker hatin kuştin. Yekîneya me ya çalakî pêk anî bi selametî li baregehên xwe vegeriya.