HPG: Li Sîdekan û Şirnexê derbên giran li dagirkeran hate xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li Başûrê Kurdistan û Silopiyê 9 leşker û 2 kontra kuştine. HPG’ê diyar kir ku li Hawêla Sêrtê ji ber bomberdûmanê 3 gerîla şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de qala çalakiyên di 26 û 28’ê Îlonê de hate kirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin

LI LÊLKANÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li dijî artêşa Tirk a ku xaka Başûrê Kurdistanê dagir kirine rêzeçalakî li dar xist. Di vê çarçoveyê de agahiyên têkildarî çalakiyan wiha ne; Hêzên me roja 27’ê Îlonê li dijî leşkerên dagirker ku ber bi gundê Şapanê yê girê Lêlîkan a Sîdekanê ve tevger dikirin li nêzî girê Şehîd Şervan çalakiya sabotajê li dar xist. Di vê çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatin kuştin.

LI SÎDEKANÊ 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN, 5 LEŞKER BIRÎNDAR BÛN

Roja 28’ê Îlonê saet di navbera 15:20 û 17:20’an de hêzên me li dijî yekîneyekî operasyonê ya artêşa Tirk ku ji geliyê Arê ya Sîdekanê ber bi girê Şehît Rozerîn ve diçûn çend rêzeçalakî li dar xist. Di van çalakiyan de 6 leşkerên dijmin hatin kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn. Artêşa Tirk piştî çalakiyê kuştî û birîndarên xwe bi helîkoptera skorsky ji herêmê rakir.

LI SÎLOPIYÊ SABOTAJ: 2 KONTRA HATIN KUŞTIN, 4 JÊ JÎ BIRÎNDAR BÛN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de sibeha 28’ê Îlonê li girê Ezman yê nêzî gundê Bilika yê navçeya Silopî ya Şirnexê li dijî kontrayên bicih bûbûn çalakiya sabotajê lidarxist. Di vê çalakiyê de 2 kontra hatin kuştin û 2 jê bi giranî 4 kontra birîndar bûn. Pitşî çalakiyê artêşa Tirk li derdora gundê Bilika û Bêspin operasyon da destpêkirin.

LI QADA APÊ MÛSA OPERASYON

Sibeta 26’ê Îlonê artêşa Tirk bi desteka yekîneyên veşartî û balafirên keşfê li herêma Apê Mûsa ya navçeya Lîce ya Amedê operasyon da destpêkirin. Operasyon didome.

LI HAWÊLÊ 3 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Di daxuyaniya me ya di 26’ê Îlona 2018’an de me diyar kiribû ku di 23’ê Îlonê de li qada Qela Yûnûs a Hawêla Sêrtê artêşa Tirk a dagirker operasyonek daye destpêkirin û di operasyonê de ji ber bomberdûmanê sê hevalên me şehîd bûne. Rêhevalên me Bahoz, Rojda û Têkoşîn şehîd bûne.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

Nasnav: Bahoz Argeş
Nav û Paşnav: Yûnûs Atîk
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik - Bav: Fatma - Mehmet
Cih û Demê Şehadetê: Sêrt / 23’ê Îlona 2018’an

Bahoz – Yûnûs Atîk

Nasnav: Rojda Rojhilat
Nav û Paşnav: Reyhan Abdûllahzade
Cihê Jidayikbûnê: Selmas
Navê Dayik - Bav: Anarî - Faris
Cih û Demê Şehadetê: Sêrt / 23’ê Îlona 2018’an

Rojda – Reyhan Abdûllahzade

Nasnav: Tekoşîn Avaşîn
Nav û Paşnav: Kadriye Kîlîç
Cihê Jidayikbûnê: Hatay
Navê Dayik - Bav: Meryem - Abdûlkadir
Cih û Demê Şehadetê: Sêrt / 23’ê Îlona 2018’an

Tekoşîn – Kadriye Kîlîç

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Artêşa Tirk a dagirker bi balefirên şer Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye. Kitekitên van êrîşan wisa ye:

Di 27’ê Îlonê de saet di 23.30’an de balefirên şer qada Çemço ya Zapê û Girê Stûna yê Metînayê bomberdûman kiriye.

Di 28’ê Îlonê de saet di navbera 10.00-11.00’an de balefirên şer Girê Zendûra yê herêma Metînayê,  saet di 23.40’an de jî qada Mervanis a herêma Avaşînê hatiye bomberdûmankirin.

Di êrîşên hewayî de tiştek bi hêzên me yên gerîla nehatiye û xisara maddî gihiştiye bax û baxçeyê gelê herêmê.”