HPG: Li Qadên Berxwedanê 5 dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di çalakiyên gerîla de yên li djiî artêşa Tirk a dagirker hatin lidarxistin, herî kêm 5 dagirker hatine cezakirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Di encama 7 çalakiyên hêzên me de 5 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 9 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 78 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus, hawan û tankan bombe kir."

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ev agahî hatin dayin:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

3'ê Cotmehê saet di 06:30, 07:00 û 18:00 li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên li Şehîd Agir xistin. Di van çalakiyan de hate tespîtkirin ku dagirkerek hatiye cezakirin.

3'ê Cotmehê saet di 06:50'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Felat xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

3'ê Cotmehê saet di 17:40'î de li hemberî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Sacayê, tîmên me yên bi tevger çalakiyeke koordîneyî lidar xistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê bi çekên giran lê da û 2 dagirker ceza kir. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî bi çekên ferdî li dagirkeran xist ku dixwestin dest li qada çalakiyê werdin û dagirkerek ceza kir. Bi vî rengî di encama çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin.

Şeva 3'ê Cotmehê tîmên me yên bi tevger dest li helîkopterên Skorsky werdan ku dixwest dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Sacayê deynin. Bi destwerdana hêzên me re helîkopteran nekarîn dagirkeran deynin û neçar man ji qadê biçin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

3'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê çeperên şer ên li Şehîd Agir û Şehîd Felat, li Qada Çemçoyê jî çeperên şer ên li Şehîd Bahoz bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî 9 caran hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

3'ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Saca, Karker, Şehîd Fedakar, Girê Hakkarî û Girê Amediyê 78 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

3'ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Çemço û Girê Hakkarî bi dehan caran bi obus, hawan û tankan hatin bombekirin.

3'ê Cotmehê drone li ser Qadên Berxwedanê yên Saca, Çemço, Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amediyê geriyan.

Artêşa Tirk a dagirker hewl da ku çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker bi kepçeyan hilweşîne.

Ji sibeha 3'ê Cotmehê heta niha li herêma Xakurkê qadên Hornê û Girê Berbizinê yên Goşînê ji aliyê hêzên Îranê ve bi obus û hawanan hatin bombekirin."