HPG: Li Lêlkanê 7 çeper hatin îmhakirin, 34 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li Lêlkanê 7 çeper îmha kirine û li vê derê 34 leşker hatine kuştin. HPG’ê diyar kir ku li Colemêrg û Cizîrê jî bi giştî 5 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê wan dest bi pêngaveke şoreşgerî kirine.

HPG’ê têkildarî Pêngava Şoreşger a Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz û çalakiyên gerîlayan daxuyanî da.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

LI LÊLKANÊ 7 ÇEPER HATIN ÎMHAKIRIN, 34 LEŞKER HATIN KUŞTIN

“Hêzên me li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker li qadê Pêngava Şoreşger a Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz daye destpêkirin. Di serî de li Lêlkanê li gelek herêman, hêzên dagirker bûne hedef. Kitekiyên çalakiyên me yên li vê herêmê wisa ne:

Hêzên me di 27’ê Nîsanê de saet di 12.00’an de li dijî hêzên dagirker ên li Girê Lêlkanê çalakiyeke berfireh li dar xistine. Hêzên me ji 8 aliyan ve li çeperên dijmin dane û ji 2 milan ve girtine ser çeperan. Hêzên me ketine gir û gelek çeperên dijmin rûxandine. Hêzên me ji nêz ve li van çeperan dane û li vê derê 7 çeper îmha kirine, 34 leşkerên dijmin kuştine. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi balefirên şer, obus û hawanan li herêmê dane.

LI ÇELÊ 2 ÇEPER HATIN ÎMHAKIRIN

Hêzên me di heman rojê de saet di 06.30’an de li Girê Xeregolê a li Çelêya Colemêrgê li dijî leşkerên dijmin çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de çeper û konên dijmin derbên giran xwarine, 2 çeper hatine îmhakirin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar jî nehatiye tespîtkirin.

LI GEVERÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Dîsa di heman rojê de hêzên me di saet 09.20’an de li Girê Elîşêr ê Geverê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de çeperê dijmin derbên giran xwarine. Yek jê çepera A-4’ê, du çeper hatine îmhakirin, bi qasî ku hatiye tespîtkirin 3 leşker hatine kuştin.

ÇALAKIYÊN 26’Ê NÎSANÊ

Di 26’ê Nîsanê de saet di 11.45’an de hêzên me yên YJA-Starê li dijî Girê Lêlkan ê li Başûrê Kurdistanê li dijî çeperên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin leşkerek hatiye kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker dora çemê Xakurkê û qada Ermûşê bi obus û hawanan bombe kiriye.

Di 26’ê Nîsanê de saet di 13.00’an de hêzên me li Tepê Sor ê tabûra Deştanê ya Çelê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

LI CIZÎRÊ SÛÎKAST

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Delal û Şehîdên Bestayê hêzên me di 27’ê Nîsanê de saet di 21.40’an de li qada Girê Cizîrê ya Cizîra Şirnexê li dijî yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sûîkastê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hatiye kuştin.”