HPG: Li Heftenînê koordîneya operasyonê hate kuştin

HPG’ê ragihan ku di çalakiya li Girê Partîzan a Heftenînê de ku ji aliyê gerîla ve pêk hat û 20 leşkerên Tirk hatibûn kuştin, koordîneya operasyonê jî hatiye kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakaiyan ev agahî parve kir:

“Berxwedana dîrokî ya hêzên me ya li dijî tevgera dagirkeriyê ya artêşa TC’ê ya dagirker ku 23’ê Tebaxê li dijî herêma Heftanîn ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dabû destpêkirin, didome. Di vê çarçowyê de roja 23’ê Tebaxê artêşa TC’ê ku leşker danîn Girê Partîzan, hêzên me li dijî yekîneya operasyonê 3 çalakiyên sabotajê lidarxist. Di van çalakiyan de gelek leşker hatin kuştin û birîndar bûn, lê hejmara nehate zelal kirin.

Me ji raya giştî re ragihandibû ku roja 25’ê Tebaxê di çalakiyên hêzên me yên li Girê Partîzan yên li dijî leşkerên TC’ê ya dagirker de zêdetirî 20 leşker hatibûn kuştin û birîndar bûbûn. Li gorî agahiyên dawî di van çalakiyên pêkhatî de fermandarê dagirker yê ku operasyon koordîne dikir li gir hatiye kuştin. Yekîneyên me yên ev çalakî lidarxistine tiştek bi wan nehatiye.

GERÎLA BERXWEDANEKE DÎROKÎ NÎŞAN DIDE

26'ê Tebaxê piştî nîvro bi desteka amûrên hewayî yên bêmirov û helîkoptêrên kobrayê, artêşa TC'ê ya dagirker, li qada Geliyê Pîsaxa ya Girê Sîserê leşker danîne û xwestiye ku li vê qadê tevgera dagirker bidomîne. Eynî rojê di saetên êvarî jî bi helîkoptêrên êrîşê qadên Bêzenîkê û Geliyê Pîsaxa bombe kirine.

WINDAHIYÊN MEZIN ÊN DAGIRKERAN HENE

Artêşa TC'ê ya dagirker ku bi hemû derfetên di dest de êrîş aniye ser hêzên me, li herêma Heftanînê li rasta berxwedaniya dîrokî ya hêzên me hatiye. Dagirkerên ku tenê bi alîkariya teknîka zêde dikarin leşkerên xwe bidin meşandin, li bejahiyê nikare şerê hêzên me bike û derbên giran dixwe. Bi vê çarçoweyê artêşa TC'ê ya dagirker bi sedema nixumandina windahiyên xwe û têkçûnên xwe, bi alîkarya medyaya şerê taybet windahiyên gerîlayan ên di vê tevgera dagirker de mezin dide û dide û dixwaze ku gel bixapîne.

LI ÊLIHÊ OPERASYON

24'ê Tebaxê êvarkî artêşa TC'ê ya dagirker li qada Qelanisê ya Êlihê bi desteka amûrên hewayî yên bêmirov operasyonek dane destpêkirin. 25'ê Tebaxê saet li derdora 03.00'an dagirker bi balafirên şer qad dane ber bombeyan. Piştî bombebaranê hêzên dagirker leşker daxistine qadê û li eraziyê xebatên lêgrînê dane destpêkirin. Ev operasyon eynî rojê saet 15.00'an ji qadê xwe kişandiye. Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd piştre bi raya giştî re wê werin parvekirin.”