HPG: Li Heftanînê dagirkerek hate cezakirin

HPG'ê ragihand 2'yê Mijdarê li qada Xantûrê ya Heftanînê li Girê Suîkastê li dijî dagirkeran çalakî hatiye kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan bi taktîka suîkastê çalakî li dijî dagirkeran kirine û 1 dagirker hatiye cezakirin.

HPG'ê di daxuyaniya xwe de ev agahî par ve kirin:

''Hêzên me 2'yê Mijdarê saet 10:30'an li qada Xantûrê ya herêma Heftanînê li Girê Suîkastê li dijî dagirkeran bi taktîka suîkastê çalakiyek kirine. Di vê çalakiyê de 1 dagirker hatiye cezakirin.

BALAFIRÊN ŞER ZAP, XAKÛRKÊ Û AVAŞÎN BOMBE KIRIN

Artêşa TC'ê ya dagirker li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî anîne. Agahiyên berfireh ên derheqê êrîşê wiha ne:

3'yê Mijdarê saet 15.20'an qada Çemço ya herêma Zapê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

3'yê Mijdarê saet 15.30'an qada Karker a herêma Zapê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

3'yê Mijdarê saet 15.30'an li herêma Xakurkê qada Kolit bi balafirên şer hatiye bombekirin.

3'yê Mijdarê saet 15.45'an li herêma Avaşînê qada Aris Faris bi balafirên şer hatiye bombekirin.

Di van êrîşên hewayî de ti ziyan negihaye ser hêzên me.''