HPG: Li Heftanînê 34 leşker hatin cezakirin

HPG'ê encamên çalakiyên Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê eşkere kir. Li gorî vê yekê 34 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin û derb li 2 helîkopterên Kobra hate xistin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Li dijî êrişa dagirkeriyê ya ku artêşa TC a dagirker li Heftanînê da destpêkirin, hêzên me 21'ê Hezîranê çalakiyên berfireh li dar xistin û derbên giran li artêşa TC a dagirker xistin. 34 leşker hatin cezakirin û derb li 2 helîkopterên bi tîpa Kobra hate xistin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê hatin lidarxistin wiha ne:

3 ÇALAKIYÊN SABOTAJÊ: GELEK LEŞKER HATIN CEZAKIRIN, DERB LI HELÎKOPTEREKÊ HATE XISTIN

Ji 20'ê Hezîranê saet 22:00 heta 21'ê Hezîranê saet 02:00 balafirên şer û helîkopterên êrişê yên artêşa TC a dagirker bombardûmaneke giran li qada Xantûrê kirin. Hêzên me bi xurtî li helîkopterên êrişê reşandin, li vir derb li helîkopterekê hate xistin û helîkopterên din jî neçar man ji herêmê biçin. Dagirkeran hewl dan bi helîkopterên bi tîpa Skorsky xwe li herêmê deynin. Hêzên me li dijî wan 3 çalakiyên sabotajê kirin. Di van çalakiyan de gelek leşkerên dijmin hatin cezakirin, hejmar nehate zelalkirin.

Saet di 09:30'î de hêzên me li dijî yekîneyên operasyonê yên li qada Xantûrê çalakiyeke sabotajê kirin û di vê çalakiyê de 5 leşker hatin cezakirin.

Saet di 11:00 de hêzên me li qada Xantûrê li yekîneyeke din a operasyonê dan û di vê çalakiya ku bi rengê sabotajê hate kirin 3 leşker hatin cezakirin.

Hêzên me saet di 12:30'î de li qada Tepê Dûpişkê li dijî leşkerên dagirker çalakiyeke bi bandor kirin. Ji sê baskên cuda ve li yekîneyên dijmin xistin û di vê çalakiyê de 6 leşker hatin cezakirin.

Hêzên me saet di 13:10'an de li dijî leşkerên li ser Girê Sîpan çalakî kirin. Di vê çalakiyê de derbên giran li yekîneyên dijmin hatin xistin, hejmara leşkerên hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

DERB LI HELÎKOPTERA KOBRA HATE XISTIN

Saet di 14:00 de hêzên me li dijî yekîneyên operasyonê yên li Girê Qesrokê çalakiyeke xurt li dar xistin. Hêzên me ku xwe berdan qada ku dijmin lê bû, ji nêz ve li leşkerên dijmin xistin. Di encama vê çalakiyê de 6 leşkerên dijmin hatin cezakirin. Di dema vê çalakiyê de hevrêyê me Memyan ku li dijî yekîneyên dijmin heta fîşeka dawî bi lehengî şer kir şehîd bû. Piştî çalakiyê helîkoptereke bi tîpa Kobra hewl da bombeyan li herêmê bibarîne. Hêzên me derbên xurt li helîkopterê xistin.

Saet di 14:30 û 16:30 de hêzên me 2 caran li leşkeran xistin ên hewl didan li Girê Şehîd Bêrîvan bikevin kozikan. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatin cezakirin.

Saet di 15:00 de hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li qada Xantûrê çalakiyek kirin. Hêzên me xwe berdan nava yekîneyên dijmin û derbên xurt li dijmin xistin. Li vir 11 leşkerên dijmin hatin cezakirin. Piştî vê çalakiyê artêşa TC a dagirker bombe li qadê barand û bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê bir."

LI BESTA, XAKURKÊ Û ÇELÊ ÇALAKÎ

HPG'ê têkildarî çalakiyên din ev agahî parve kir:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me 21'ê Hezîranê saet di 01:00 de li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên  Medyayê li dijî leşkerên dijmin ên li ser Girê Lêlîkanê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin û di vê çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatin cezakirin.

17'ê Hezîranê saet di 19:00 de hêzên me li herêma Besta ya Şirnexê li dijî leşkerên li derdora qereqola Osyanê çalakî kirin. Derbên xurt li leşkerên dijmin hate xistin û di vê çalakiyê de 2 leşker hatin cezakirin ku yek jê payebilind bû.

21'ê Hezîranê saet di 10:40 û 17:40'î de hêzên me li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker a li qada Tepê Sor çalakiyek kirin. Derbên giran li çeperên dijmin hatin reşandin, hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

Di 21'ê Hezîranê de bi şev balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Tepê Hakkarî û Golka yên herêma Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. Di vê bombardûmanê de tiştek bi hêzên me nehat."