HPG: Li Heftanîn 2 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiya sekvaniyê ya gerîlayên HPG/YJA Star a li devera Girê Dupişka ya Heftanînê de li dijî dagirkerên Tirk hate kiri, 2 leşker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyan gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

HPG’ê ev agahî parve kir:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 22’yê Cotmehê saet 15:00’an li dijî leşkerên li Girê Dupişka ya herêma Heftanînê bi cih bûbûn, 2 çalakiyên sekvaniyê hatin kirin. Di çalakiya sekvaniyê de piştî ku leşkerek hate kuştin û şûnde, li dijî dagirkerên din ên hatin cenaze rakirin çalakiyeke din hate kirin û dagirkerek din jî hatiye cezakirin. Di vê çalakiyê de bi giştî 2 dagirker hatine cezakirin.

ÊRÎŞÊN DAGIRKIRINÊ

21’ê Cotmehê saet di navbera 20:00-22:00’an de hêzên dewleta Îranê devera Boxaza Şehîd Cesûr û Geliyê Marmişo yên navçeya Gever a Colemêrgê bi obus û hewanan bombe kirin.

Êrîşên esmanî yên dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bê navber didomin, di vê çarçoveyê de;

19’ê Cotmehê saet di navbera 22:00-23:00’an de balafirên şer xeta Boselê ya girêdayî Kerê ya herêma Heftanînê bombe kiriye.

19’ê Cotmehê saet 23:30’î de derdorî Kaniya Skorsky ya girêdayî devera Şehîd Rûstem a Herêma Zapê balafirên keşfê bombe barandiye. Hemwext herêm bi obusan jî hatiye bombekirin.

21’ê Cotmehê saet 14:40’î jî derdorî gundê Çemrobotkî ya herêma Garê balafirên keşfê bombe barandine.

Peravên Girê Amêdiyê yê girêdayî navçeya Amêdiyê ya Dihokê 21’ê Cotmehê saet 21:00’an û 00:00’an her wiha 22’yê Cotmehê saet 06:00’an balafirên şer bombe barandin. Di vê bomberdûmanê de şewat li herêmê derket, ji ber vê şewatê ziyan gihişte bax û baxçeyên welatiyên sivîl ên li herêmê.

Şeva 21-22’yê Cotmehê deverên Kozinê, Şehîd Harûn û Kalatûka yên herêma Qendîlê û devera Şehîd Mûnzûr û Girê Şêx Nasir balafiran bombe lê barandin. Di heman saetna de balafirên şer bombe li gundê Mawnan a girêdayî Balayan û Gundê bolê yên Qendîlê barandin.

22’yê Cotmehê saet 00:30’î balafirên şer bombe li devera Werxelê ya herêma Avaşîn barandin.

22’yê Cotmehê saet 12:50’î balafirên şer bombe li devera Kunîşka ya herêma Zapê barandin.

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hevalên me nehatine.”