HPG: Li Cûdî dagirkerek hate cezakirin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li çiyayê Cûdî li dijî dagirkerên ku dest bi operasyonê kiribûn çalakiyek kirin. Di encamê de leşkerekî Tirk hate cezakirin, yek jî birîndar bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên xurt kirin. Di vê çarçoveyê de;

Hêzên me 4'ê Cotmehê li herêma Avaşînê li dijî artêşa Tirk a dagirker a li ser Tepê Xwedê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de derb li kozik û stargehên dagirkeran hatin xistin, lê hejmara dagirkerên hatin cezakirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

13'ê Cotmehê saet di 14:30'î de hêzên me li herêma Avaşînê li dagirkerên li ser Tepê Bayrakê xistin. Di vê çalakiyê de ku bi bandor li dagirkeran hate xistin, hejmara dijminên hatin cezakirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

13'ê Cotmehê saet di 17:30'î de artêşa Tirk a dagirker li qada Meyrokê ya herêma Garê bi zanebûn gelê me yê sivîl ê li baxçeyê xwe yê li Çemrobotkî bûn kir hedef û bi balafirên bêmirov bombe kir. Ji ber bombardûmanê agir bi bax û baxçeyên gundiyan ket.

 Di 11'ê Cotmehê de li derdoga gundê Şîşemzin ê navçeya Bajêrgan a Colemêrgê artêşa Tirk a dagirker dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir. Operasyon bi rengekî bêencam danê êvarê qediya û dagirkeran xwe vekişandin.

11'ê Cotmehê saet di navbera 01:00-01:30'î de artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer bombe li derdora gundê Bazê ya herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barand.

Di 2'ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker li qada Navsera Cûdî ya herêma Cûdî ya Şirnexê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir. Di dema operasyonê de hêzên me demekê dagirkerên li ser Girê Şehîd Dîren kontrol kirin û piştre saet di 16:30'î de ji cihekî nêz ve li dagirkeran dan. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

Di encama êrişên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker de û di encama şer de li qada Geliyê Hesena yê Çiyayê Cûdî hevrêyên me Serhildan û Baran ên derbên giran li dagirkeran dan, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Serhildan Cûdî

 Nav paşnav: Hasan Adanir

Cihê jidayikbûnê: Cizîr

Dayik-Bav: Gûrbet-Huseyîn

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Cotmeha 2020 / Botan

Nasnav: Baran Botan

Nav paşnav: Ahmet Çagdavûl

Cihê jidayikbûnê: Cizîr

Dayik-Bav: Emîne-Osman

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Cotmeha 2020 / Botan

Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ku ji bo desthilatdariya xwe ya faşîst mayinde bike bêbandorkirina hêzên muxalîf ên li Tirkiyeyê ji xwe re kiriye armanca bingehîn, tevî ku ev yek heta asteke mezin bi ser xistiye, nekariye PKK'ê bêbandor bike. Hebûna Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd li pêşiya mayindekirina desthilatdariya xwe weke astengiya yekane dibîne. Ji ber vê yekê 5 sal in bi rengekî bênavber bi hemû derfetên xwe hewl dide partiya me PKK'ê tasfiye bike. Bi vê armancê hem li nava Tirkiyeyê hem jî li derveyî Tirkiyeyê êrişî gelê Kurd û gelên herêmê dike. Dewleta Tirk a dagirker weke polîtîkaya xwe ya şerê taybet her çend hin deman diyar dike ji bo tunekirina Tevgera Azadiyê, rastiya şerê diqewime nîşan dide ku yê diqede zîhniyeta wan a faşîst e. Di têkbirina vê zîhniyeta faşîst de rola hêzên me yên gerîla ku artêşa fedayî ya Rêber Apo ye, gelekî mezin e. Dewleta Tirk a faşîst li ku destketiyên gelê me yên bi fedakariyeke mezin hatine afirandin hebe êrişî wan deveran dike. Gerîlayên Azadiyê wê teqez ji vê zîhniyeta faşîst hesab bipirse.

Hevrêyên me Serhildan û Baran ji navenda welatparêziya Kurd û berxwedêriyê û ji ber vî karakterê xwe jî tim bûyî hedefa êrîşên dijmin, li Cizîra Botan ku bajarê berxwedêr ê Bêrîvan, Çîçek Kiçî û Mehmet Tûncan, li nav malbatên kedar jidayik bûne. Herdu hevrêyên me jî ji zaroktiya xwe ve bi rih û çanda bajarê berxwedêr û serhildan mezin bûne. Ji nêz ve komkujiya dewleta Tirk a faşîst a qirker û mêtinger dîtine, bi bîreweriya ku teqez wê ji vî dijminê hov hesab were pirsîn, piştî ku li qadên cihê yên Têkoşîna Azadiyê xebat kirine tevlî nav refên gerîla bûne. Hevrêyên me piştî ku tevlî nav refên gerîla bûne bi çanda berxwedanê ya Botanê û felsefeya jiyana azad a Apoyî di kesayatên xwe de guherînên mezin kirine, peywirên xwe yên pêşengiya leşkerî û îdeolojîk yek gavê jî bêyî ku dudilî bin li qadên ku lê peywirdar bûne bi bîrewerî, kelecanî û moralê bi serkeftinên mezin bi cih anîne. Li Qada Botanê ku herî dawî lê hatibûn peywridar kirin, ji bo ku tola hevrêyên ku li jêrzemînên Cizîrê bi saxî hatibûne şewitandin hilînin û ji dijminê faşîst hesab bipirsin bûne xwedî helwesteke fedayî.

Hevrêyên me yên lehegn bi helwesta fedayî û şêwazên xwe bi taktîkên gerîlayên modern geş kirine û li Qada Botanê derbên giran li artêşa TC'ê ya dagirker dane. Artêşa TC'ê ya faşîst ku li bara Gerîlayên Azadiyê bi her maneyî şikestî bi rêbazên derî mirovî dixwaze encamê bistîne. Bi vê armancê 2'yê Cotmehê li qada Geliyê Hesena ya Cûcî bi desteka nokerên xayin di operasyonê de hevrêyên em Serhildan û Baran şehîd bûne. Em peyrevên hevrêyên xwe yên leheng, soz didin ku bi mîsogerî em ê hesab ji vê hişmendiya komkuj û îmhakar a dewleta TC'ê ya faşîst bipirsin.

Li ser vê bingehê di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Serhildan û Baran em sersaxiyê didin hemû gelê Cizîrê û Kurdistanê û soz didin ku bîranîna wan bi têkoşîna xwe bidin jiyîn."