HPG: Li Colemêrgê 40, li Agiriyê 19 leşkerên dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiyên gerîlayan de bi giştî 59 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan ev daxuyanî da:

“Artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qada Cîloyê ya Geverê ya Colemêrgê operasyoneke dagirker daye destpêkirin. Hêzên me di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de li dijî vê operasyonê çalakiyên cihê li dar xistine.

LI GEVERÊ ÇALAKÎ

Di 21’ê Îlonê de saet di 14.30’an de 4 yekîneyên dijmin ên operasyonê dema ku xwe ji Girê Qalê berdidan Dola Perixanê ketine bin kontrola hêzên me û hêzên me di saet 16.30’an de ji nêz ve li van yekîneyan dane. Li vê derê 3 yekîneyên dijmin îmha bûne. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 13 leşkerên dijmin hatine kuştin û gelek leşkerên dijmin jî birîndar bûne.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi helîkopteran li qadê dane û di 22’ê Îlonê de bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine.

Di 23’ê Îlonê de saet di 23.15’an de hêzên me li dijî konvoyeke leşkeran a ku wesayîtên zirxî pêk dihat çalakiyek li dar xistine. Konvoya ku ji Geverê diçû Oremarê di navbera gundên Berdereş û Serangêlê bûye hedef. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî ya Kîrpî îmha bûye. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 10 leşkerên dijmin hatine kuştin.

Hêzên me di 23’ê Îlonê de li Şemzînan, Gever û Çelê li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker çalakiyên cihê li dar xistine.

Konvoya artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker dema ji Colemêrgê diçû Çelê saet di 20.30’an de li qada Kanî Orê bûye hedef. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî ya Kîrpî îmha bûye û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 10 leşkerên dijmin hatine kuştin.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker gule li derdorê reşandine û qada çalakiyê bomberdûman kirine û li qadê operasyonek dane destpêkirin. Operasyon di 24’ê Îlonê de bêyî ku encamekê werbigire, bi paş ve hatiye kişandin.

Hêzên me di heman rojê de saet di navbera 07.00-07.45’an de li dijî leşkerên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker ên li Girê Elîşêr ê Geverê çalakiyek li dar xistine. Hêzên me ji du milan ve li vî girî dane û hejmara leşkerên mirî û birîndar ên vê çalakiyê nehatiye tespîtkirin.

Hêzên me li dijî leşkerên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker ên li Şikêrê Spî û Tehta Selê ya Şemzînanê jî saet di 07.30’an de çalakiyek li dar xistine. 2 kozikên li Şikêrê Spî hatine îmhakirin, kepçeya ku li Tehta Selê rê çêdikir jî derbe xwariye. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 4 leşkerên dijmin hatine kuştin û 3 leşkerên dijmin jî birîndar bûne.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi helîkopter, obus û hawanan li qadê dane.

Hêzên me saet di 08.30’an de li kozikên dijmin ên li Girê Şehîd Rojerya ya nêzî Girê Koordîneyê ya Çelê dane. Li vê derê kozikek îmha bûye û li vê derê 3 leşker hatine kuştin.

Li qada Şûkê ya Geverê hêzên me saet di 09.30’an de li dijî leşkerên ku rê çêdikin çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obus û hawanan li qadê dane.

LI BAZÎDÊ DERBÊN GIRAN LI ARTÊŞA TIRK HATE XISTIN

Artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker di 21’ê Îlonê de li qada Demîrkapi ya Bazîdê ya bi ser Agiriyê bi beşdariya yekîneyên veşartî û helîkopteran operasyoneke berfireh daye destpêkirin.

Hêzên me di çarçoveya pêngava Şehîd Mahîr, Şehîd Eylem û Şehîd Argeş de bersiv dane vê operasyonê û derbên giran li dijmin dane.

Di 22’ê Îlonê de hêzên me yekîneyeke dijmin a li Kirê Gundê Tirkmena xistine bin kontrola xwe û êvarî saet di 17.30’an de dora vê yekîneyê girtine. 10 leşkeran dema dixwestin Droneyê bifirînin bûne hedefa hêzên me. Li vê derê 7 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

Yekîneya veşartî ya ku hewl da li vê yekîneya me bixe jî bûye hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de 2 sekvanên dijmin hatine kuştin û 2 sekvan jî birîndar bûne.

Yekîneyeke din a me ya gerîlayan jî 6 leşkerên ku direviyan kirine hedef. Li vê derê her 6 leşker jî hatin kuştin.

Piştî van çalakiyên hêzên me bi leşkerên dijmin re şerek çêbûye û li vê derê 2 sekvanên dijmin hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.

Di van çalakiyan de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 19 leşkerên dijmin hatine kuştin û leşkerekî dijmin jî birîndar bûye. Gerîlayên me yên ku ev çalakiyên serkeftî pêk anîne bi silametî vegeriyane baregehên xwe.

Piştî vê operasyona şoreşger a hêzên me, artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine. Beşeke mezin a operasyonê ji qadê vekişiyaye û hin yekîneyên wan ên veşartî li qadê ne.

LI ŞIRNEXÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de hêzên me di 23’ê Îlonê de li Şirnexê hin çalakî li dar xistine. Hêzên me di navbera Şirnex û Avkamasiya de çalakiyek li dar xistine û di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hatiye kuştin.

Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi obus û hawanan li qadê dane.

Hêzên me yên ku ev çalakî li dar xistine, bi silametê vegeriyane baregehên xwe.

LI SÊRTÊ ŞER

Di 18’ê Îlonê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qada Veysel Karanî ya Sêrtê operasyonek daye destpêkirin û li vê derê di navbera hêzên me û leşkerên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker de şerek çêbûye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin û hêzên me bi silametî vegeriyane baregehên xwe.

Hêzên dijmin ev operasyon bi awayê ku gundên Zeyaret, Kox, Mizê û Siyanisê jî têkeve nav, operasyon berfireh kirine. Di vê operasyona 2 rojan de hêzên dagirker qad bomberdûman kirine û bûne sedem ku agir bi qadê bikeve.

LI DERSIMÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ LEŞKERAN

Di 14’ê Îlonê de hêzên me li dijî hêzên dagirker ên li qereqola Kûtûdera ya Dersimê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 4 leşker hatine kuştin.

LI SER RÊYA DERSIM-ERZINGANÊ KONTROLA NASNAMEYAN

Hêzên me di 20’ê Îlonê de rêya Dersim-Erzinganê ji trafîkê re girtine û nasname kontrol kirine. Rê di saet 12.00’an de hatiye kontrolkirin û li vê derê têkildarî propagandaya dijmin a şerê taybet agahdarî hatiye kirin. Hêzên me wesatîyeke taybet a ku bi dijmin re dixebite jî îmha kiriye.

Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker 3 rojan ev rê ji trafîkê re girtiye.

Artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker di 23’ê Îlonê de li qada Baravê ya Qisleyê ya Dersimê operasyonek daye destpêkirin.

LI GUNDÊ ÇERÇÎKAYAYÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ YEKÎNEYÊN TAYBET

Di 15’ê Îlonê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker di navbera navçeyên Hatayê yên bi navê Arsûs, Belen û Serînyolê operasyoneke berfireh dane destpêkirin. Operasyon di 19’ê Îlonê de bi paş ve hatiye kişandin lê yekîneyên taybet li hin cihan kemîn danîne.

Di 23’ê Îlonê de li qada gundê Çerçîkayayê hêzên me li dijî yekîneyeke taybet a operasyonê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatine kuştin.

Piştî çalakiyê dijmin bi piştgiriya Firfirokên Hewayî yên Bêmirov û wesatîyên zirxî hatine qadê û mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine. Hêzên dijmin heta saet 15.00’an gulle li derdorê reşandine û bûne sedem ku agir bi qadê bikeve.

OPERASYONA LI ŞEMZÎNANÊ PAŞ VE HATE KIŞANDIN

Artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker di 22’ê Îlonê li qada Tûyê û gundê Sêvê ya Şemzînanê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên dagirker di operasyonê de agir bi qadê xistine û operasyon di 23’ê Îlonê de bi şev paş ve hatiye kişandin.

Di  23’ê Îlonê de saet di navbera 21.30-22.00’an de balefirên şer ên Artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker Girê Zengil, dora gundê Zêvka ya qada Garê ya Herêmên Parastinê ya Medyayê bomberdûman kiriye. Ji ber bomberdûmanê agir bi qadê ketiye û bax û baxçeyên gundiyan şewitiye.

Di 23’ê Îlonê de saet di navbera 17.00-18.00’an de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi 2 helîkopteran qada Navresa Herekolê bomberdûman kiriye.”