HPG: Li Colemêrg û Mêrdînê 4 leşker hatin kuştin

Li Colemêrg û Mêrdînê di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin. Hêzên gerîla li Bedlîsê jî derb li yekîneyek kontra xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 30'ê Hezîranê saet 15'an li dijî leşkerên Tirk ên li ser girê Leylekê yê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek hatiye kirin. Li gorî daxuyaniyê, derbên giran li çeper û stargehên leşkerên Tirk hatine xistin û leşkerek hatiye kuştin.

Navendê ragihand, di çarçoveya pêngava şoreşgerî de hêzên wan ên YJA Starê jî êvara heman rojê saet 19:20'î li dijî leşkerên Tirk ên li ser girê Harûna yê Şemzînanê çalakiyeke sûîqestê kirine û leşkerek hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de jî agahî hatin dayin: "29'ê Hezîranê saet 21:30'î, li nêzî gundê Deywan ê navçeya Kerboran a Mêrdînê, li dijî artêşa TC a dagirker ku li girekî li ber bendava Ilisûyê bûn, çalakiyek hate kirin. Derbêng iran li hemû çeperên li ser gir hatin xistin û bi qasî ku hate zelalkirin, 2 leşkerên dijmin hatin kuştin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wekî din diyar kir ku kontrayên li nêzî gundê Koley ê li herêma Xaçareş a navçeya Motkî ya Bedlîsê dar dibirîn, 1'ê Tîrmehê saet 12'an bûn hedefa hêzên me. Derbên xurt li yekîneya kontra hate xistin, lê hejmara mirî û birîndaran nehate zelalkirin."