HPG: Li Bakur û Başûr li gel 16 leşker endamekî JÎTEM’ê jî hatiye kuştin

HPG’ê encamên çalakiyên gerîla yên li Çelê, Barzan, Sîdekan, Herekol û Qilabanê lidar xistî, eşkere kir, têkildarî êrîşên hewayî jî agahî parvekirin. HGP’ê ragihand ku li Cûdiyê jî endamekî JÎTEM’ê ceza kirine.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê ve hatî parvekirin, di rêzeçalakiyên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê hatî kirin de bi kêmanî 16 leşker hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de têkildarî çalakiyan ev agahî hatin parvekirin:

LI ÇELÊ 8 LEŞKER HATIN KUŞTIN

“Çalakiyên hêzên me yên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî yên li dijî artêşa Tirk a dagirker de dewam dikein. Agahiyên têkildarî çalakiyên xurt ên li dijî leşkerên Tirk wiha ne:

10’ê Cotmehê hêzên me li dijî leşkerên li Qereqola Gomê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrêg çalakiyek kirin. Ji du baskan ve li kozik, çeper û wesayîtên zirxî yên li qereqolê hatin xistin û gelek çeper hatin ruxandin, her wiha wesayîteke bi tîpa amarok û wesayîtek zirxî ya bi tîpa kîrpî hatin îmhakirin. Di çalakiya de bi qasî hate zelalkirin 8 leşker hatin kuştin. Artêşa Tirk piştî çalakiyê bi obus, hewan û helîkopteran li qadê dan.

LI BARZAN 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

11’ê Cotmehê saet 15:00’an hêzên me yê YJA Starê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker ên li Girê Xwedê yên li Herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê bi cih bibûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.

Dîsa heman rojê hêzên me saet derdorî 19:30’î hêzê me li dijî leşkerên li Girê Lêlîkan ê Sîdekan a Başûrê Kurdistanê bi cih bûne çalakiyek hatiye kirin. Di vê çalakiya çeperên li gir kirin hedef de têkildarî hejmara kuştî û birîndarên Tirk agahiyên zelel nehatin bidestxistin.

LI HERKEKOL A SÊRTÊ 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de 9’ê Cotmehê saet 10:00’an li dijî leşkerên li Girê Şehîd Sorxwîn ê Herêma Herekol a Sêrtê çalakiye kirin. Di vê çalakiya bi xurt li leşkerên TC’ê hatin xistin de 4 leşker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûne.

Hêzên me di çarçoveya pêngavê de, 10’ê Cotmehê car duyan leşkerên li Girê Şehîd Sorxwîn ê girêdayî Herêma Herekolê kirin hedef û lêdan. Di çalakiya bi xurt hate lêdan de 1 jê fermandarê gir 2 leşker hatin kuştin.

LI QILABANÊ ÇALAKIYA GERÎLAYÊN YJA STAR’Ê

10’ê Cotmehê hêzên me yên YJA Star saet 10:40’î li dijî Qereqola Yekmalê ya girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê çalakiye kirin. Di vê çalakiyê de avahî û çeperên li qereqolê hatin xistin û têkildarî hejmara kuştî û birîndarên leşkeran agahiyên zelel nehati bidestxitin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

11’ê Cotmehê saet derdorî 20:20’an balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li devera Gundê Filleha a girêdayî Herêma Zapê ya Hermên Parasinê yên Medyayê barandin.

ENDAMÊ JÎTEM’Ê HATE CEZAKIRIN

26’ê Îlonê di saetên danê nîvroyê de li devera Girê Çolya a Çiyayê Cûdî ya Şirnexê kesê bi navê Ayhan Omer ê endamê JÎTEM’ê ji aliyê hêzên me ve hatiye cezakirin. Ev kes li deverên gerîlayên me lê karê sîxûrî û keşfê dikir û di şehîdbûna hevrêyên me de rol lîstiye.”