HPG: Li Şemzînanê herî kêm 11 leşker hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, ragihand ku di çalakiya 14’ê Tîrmehê ya li Şemzînanê lidar xistin de herî kêm 11 leşker hatine kuştin.

HPG’ê ya ku daxuyaniyek nivîskî da, diyar kir ku li Şirnexê jî gelek leşker hatine kuştin.

HPG’ê got: “5 gerîlayên me şehîd ketine, gerîlayek jî bi giran birîndar ketiye destê dijimn.”

HPG’ê detayên çalakiyan di daxuyaniya xwe ya li ser malpera fermî de parvekir:

LI ŞEMZÎNANÊ DERBÊN GIRAN LI ARTÊŞA TIRK HATE XISTIN

 “Hêzên me di nav çarçoweya Pêngava Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de li Colemêrgê, li Şemzînan û Çelê bi ser artêşa dagirker a TC’ê de çalakî lidar xistine.

14’ê Tîrmehê hêzên me saet 17:30’an, hêzên me li Geliyê Şehîd Sîlva 3 wesayîtên transît ên artêşa Tirk a dagirker ên di navbera Qereqolên Bedevê û Bêzelê yên girêdayî Şemzînanê ber bi pêş ve çûn kirin hedef. Di encama lêxistina xurt a hêzên me de transek hate rûxandin, bi qasî hate zelalkirin 10 leşker hatin kuştin.

Her wiha yekîneyên leşkerî yên ku bi hewara leşkeran ve hatin jî bûn hedefa gerîlayan. Di vê çalakiya leşker xistin kemînê de jî hejmara kuştî û birîndaran nehate zelalkirin.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi balafirên şer û helîkopterên bi tîpa Kobra mudaxeleyî herêmê kirin, kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji qadê rakirine.

14’ê Tîrmehê saet 110:15’an, hêzên me yên YJA Star, li dijî Qereqola Tepê Korek û Tepê Ortê yê girêdayî Çelê çalakiyên hemwext lidar xistine. Di vê çalakiya bi awayekî xurt hatin kirin de bi qasî hate zelalkirin leşkerek hate kuştin.

Artêşa Tirk piştî çalakiyê û şûnde bi obus û hewanan qad bomberdûman kiriye.

LI DERSIMÊ OPERASYON

13’ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker, operasyonekî ku eniya Rojava ya Dersimê jî digire nav xwe destpê kiriye. Dîsa hêzê operasyonê ya ku heman rojê saet 19:00 -20:00’an, herêma Zargovît bi obus û hewanan bomberdûman kirin, hê jî dewma dike.

12’ê Tîrmehê artêşa Tirk a ku operasyona li navenda Dersimê dabû destpêkirin 15’ê Tîrmehê saet 01:00’an bê ku encam bigire paşve vekişiyaye.

LI ŞIRNEXÊ 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

2’yê Tîrmehê saet 03:00’an, artêşa Tirk a dagirker bi desteka balafirên bê mirov, balafirên şer li gundikê Simo û Gundê Hedilê yê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê dest bi operasyonekê kiribû. Di operasyonê navbera hêzên me û leşkerên dagirker de şerekî dijwar qewimiye, li gorî agahiyên hatin girtin di şer de 5 leşker hatine kuştin.

Artêşa Tirk a ku li ser bejahiyê li hember hêzên me tiştek bi dest nexistin, bi balafirên şer û helîkopterên kobra herêm bi awayekî dijwar bomberdûman dike.

5 GERÎLA ŞEHÎD KETINE

Di şer û bomberdûmana dijwar a operasyonê de 5 hevrêyên me li dijî leşkerên Tirk bi qehremanî sing bi sing şer kiriye û şehîd ketine, her wiha dîsa hevrêyekî me bi giranî birîndar bûye û dîl ketiye destê dijmin.”