HPG: Li Şemzînanê 4 kontra hatin cezakirin

HPG'ê ragihand ku li Şemzînanê li dijî kontrayan, li Heftanînê jî li dijî leşkerên dagirker ji 2 baskan ve çalakî hatine lidarxistin. Li gorî daxuyaniyê, li Şemzînanê 4 kontra hatin cezakirin, li Heftanînê jî kozikek tevî dagirkerên tê de hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên vê dawiyê yên hêzên gerîla û êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

'LI HEFTANÎNÊ ÇALAKIYA JI 2 BASKAN VE'

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 5'ê Mijdarê saet di 15:00 li qada Şehîd Kendal a herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Rojîn ji du baskan ve çalakî li dar xistin. Di encamê de kozikek dagirkeran tevî dagirkerên tê de hate îmhakirin, derb li 2 kozikan hate xistin. Hejmara dagirkerên di encama vê çalakiyê de hatin cezakirin û yên birîndar bûn, nehate tespîtkirin.

Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran li derdorê reşand û bombardûman kir.

'4 KONTRA HATIN CEZAKIRIN'

Di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê' de, hêzên me 4'ê Mijdarê saet di 14:50'î de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dijî kontrayên ku rêya navbera qereqolên Slort û Xapuşkê çêdikirin çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 4 kontra hatin cezakirin, 2 kepçe û qemyonek hatin îmhakirin, derb li qemyonekê hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bombardûmaneke giran li derdorê kir.

Bi rêya medya şerê taybet a ser bi dewleta Tirk a mêtinger nûçeyên derewîn hatin weşandin ku tê de îdîa kirin di vê bombardûmanê de windahiyên me çêbûne. Ev nûçeyên ji bo xapandina raya giştî hatin çêkirin dûrî rastiyê ne. Yekîneya me ya ku çalakî kir bi rengekî serketî li baregeha xwe vegeriyan.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Artêşa Tirk a dagirker êrişên hewayî li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Agahiyên berfireh ên li ser êrişan wiha ne:

5'ê Mijdarê saet di 14:30'î de derdora gundê Çemşerîtkê yê herêma Garê hate bombekirin.

5'ê Mijdarê saet di 15:30'î de qada Karker a herêma Zapê hate bombekirin.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye."