HPG: Ji hewayê ve derb li artêşa Tirk a dagirker hate xistin

 HPG'ê diyar kir ku Yekîneyên Parastina Hewayî yên Delal Amed, li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî qereqola li Girê çalakiyek li dar xistine. Hate ragihandin ku hejmara dagirkerên di vê çalakiyê de hatine cezakirin û birîndar bûne, nehatiye zelalkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku Yekîneyên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal Amed li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî Qereqola Girê çalakiyek kirine.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Yekîneyên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal Amed, di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê' de, 20'ê Cotmehê saet di 09:20'î de li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi amûrên hewayî li dijî Qereqola Girê çalakiyek li dar xistin. Bi rengekî serketî li hedefên hatine diyarkirin hate xistin. Hejmara dagirkerên hatin cezakirin û birîndar bûn nehate zelalkirin."