HPG: Guh nedin derewên şerê taybet!

HPG'ê got, "Nûçeyên ku medya şerê taybet a rejîma faşîst li ser hêz û fermandarên me çêdikin, dûrî ji rastiyê ne. Bila gelê me guh nede van nûçeyên derewîn ên şerê taybet."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne;

3'ê Gulanê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê 13 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Dagirkeran hewl dan ku çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê bi kepçeyan hilweşînin.

GUH NEDIN NÛÇEYÊN DEREWÎN

Rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst ku heta dawiyê di siyaseta şer de israr dike, bi saya sekna berxwedêr a Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nekarî bigihêje encamê. Ji ber vê yekê bi rêya medya şerê taybet nûçeyên derewîn pêşkêş dike û hewl dide serketinên sexte biafirîne. Nûçeyên ku medya şerê taybet a rejîma faşîst li ser hêz û fermandarên me çêdikin, dûrî ji rastiyê ne. Bila gelê me guh nede van nûçeyên derewîn ên şerê taybet. Hevrêyên me yên ku qala wan têne kirin li ser erka xwe ne. Bila gelê me guh nede van nûçeyên derewîn ku di çarçoveya şerê taybet de têne kirin."