HPG: Em şehîdên Zap û Gabarê bi hurmet bi bîr tînin

HPG’ê nasnameya gerîlayên xwe eşkere kir ên ku li Gabar û Zapê şehîd bûne. HPG’ê got ku “Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna azadkirina Rêber Apo û Kurdistanê bi serfiraziyê tacîdar bikin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya şehîdên Gabar û Zapê eşkere kir.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker êrîşên hewayî birine ser Herêmên Parastinê yên Medyayê;

Di 28’ê Nîsanê saet di 20.00’an de qada Çiravê ya Garê, di 29’ê Nîsanê de saet di navbera 14.00 û 14.30’an de derdora navçeya Çemankê ya Duhokê, di 30’ê Nîsanê de (îşev) saet di 02.15’an de qada Tepê Sor a Avaşînê û saet di 03.00’an de jî qada Ermûş a Xakûrkê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatine bomberdûmankirin. Di van êrîşan de xisar gihiştiye erdnîgariya Kurdistanê.

ŞEHÎDÊN ZAPÊ

Di daxuyaniya me ya di 26’ê Nîsanê de me diyar kiribû ku di 23’ê Nîsanê de artêşa Tirk a dagirker êrîşên hewayî biriye ser herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Me diyar kiribû ku di van êrîşan de rêhevalên me Demhat Botan û Rojhat Delîla şehîd bûne.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

Nasnav: Demhat Botan

Nav û paşnav: Sabrî Ustun

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dê û bav: Taybet - Ahmet

Dîrok û cihê şehadetê: 23’ê Nîsana 2019’an - Zap

 

Nasnav: Rojhat Delîla

Nav û paşnav: Hasan Kaymaz

Cihê jidayîkbûnê: Mêrdîn

Navê dê û bav: Hamdiye - Saadettîn

Dîrok û cihê şehadetê: 23’ê Nîsana 2019’an/Zap

ŞEHÎDÊN GABARÊ

Di 9’ê Nîsanê de artêşa Tirk a dagirker êrîşên hewayî biribû ser qada Gabarê ya Şirnexê. Di van êrîşan de jî rêhevalên me Bîrhat (Mehmet Bîlen) û Mazlûm (Ata Şinego) şehîd bûne.

Nasnameya hevalê me yên şehîd wisa ye:

Nasnav: Bîrhat Osyan

Nav û paşnav: Mehmet Bîlen

Cihê jidayîkbûnê: Sêrt

Navê dê û bav: Mîran - Abdûllah

Dîrok û cihê şehadetê: 9’ê Nîsana 2019’an/Gabar

 

 

Nasnav: Mazlûm Hezex

Nav û paşnav: Ata Şînego

Cihê jidayîkbûnê: Şirnex

Navê dê û bav: Sînê - Mahmût

Dîrok û cihê şehadetê: 9’ê Nîsana 2019’an/Gabar

 

EM Ê TÊKOŞÎNA AZADKIRINA RÊBER APO BI SERFIRAZIYÊ TACÎDAR BIKIN

Her çar rêhevalên me yên ku ji bo parçekirina esareta li ser Rêber Apo û ji bo azadiya gelê me tevlî têkoşîna şoreşê bûne, di nav refên gerîlayan de rêhevalên fedakar û kedkar bûn. Ev rêhevalên me yên ku ji bo di îdeolojiya jiyana azad a Rêber Apo de kûr bibin, berpirsyariyên giran ji me re hiştine. Em rêhevalên xwe Demhat, Rojhat, Bîrhat û Mazlûm bi hurmet bi bîr tînin. Bi jiyana xwe ya mutewazî û sadebûna di nav têkiliyên rêhevaliyê de wê her dem di bîra me de bin. Ji bo xwedîlêderketina bîranîna van rêhevalên me û libakirina alaya azadiyê ya ku wan ji me re hiştine, peywira me û ya hemû ciwanên Kurdan e.

Di şexsê malbatên Ustun, Kaymaz, Bîlen û Şînego de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna azadkirina Rêber Apo û Kurdistanê bi serfiraziyê tacîdar bikin.”