HPG: Em şehîdên Cenga Heftanînê bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG'ê nasnameya şehîdên Cenga Heftanînê eşkere kir û diyar kir, "Hevrêyên me Nûcan, Memyan, Amara û Zerya li refên herî pêş bersiv dan operasyona dagirkeriyê, bûn mînakek ji sekna milîtanî, derbên giran li dagirkeran dan û bêhn li wan çikandin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di dîroka nêz a Kurdistanê de, dewleta TC a dagirker bi dagirkirina xaka Kurdistanê re xwest ku hebûna gelê Kurd ji holê rake û ev yek ji bo xwe kiriye armanca bingehîn.

Ji bo vê armanca xwe pêk bîne, ne tenê derfetên neteweyî û navneteweyî bi kar tîne, her wiha hin kes û hêzên ji nirxên Kurdistanî dûr ketine û dejnere bûne, ber bi aliyê xwe ve dikişîne û polîtîkaya 'Kuştina Kurdan bi destê Kurdan' hewl dide pêk bîne. Bi derketina PKK'ê re ev rewş bi giranî ji holê rabû û gelê Kurd rûyê rast ê dewleta TC a faşîst dît, ku rûyekî înkar û tunekirinê ye. Felsefe û têkoşîna Rêber Apo ev rastî bi awayekî şênber nîşanî gelê Kurd û tevahiya cîhanê da. PKK a ku rastiya dijmin raxist pêş çavan, xwe ji bo têkoşîneke giran a li dijî vê zîhniyeta faşîst amade kir û li dijî cûntaya 12'ê Îlonê ku her kesî digot 'têkoşîna li dijî wê nepêkan e', berxwedana 14'ê Tîrmehê afirand. Rêbaza Apoyî, ya milîtanî li ber xwe da, şer kir û di şert û mercên herî zehmet de serketin misoger kir. Ev al ji destê Mazlûman gihîşt destê Egîdan, ji destê Egîdan derbasî destê Bêrîtanan bû, ji destê Bêrîtanan gihîşt destê Delal Amedan û Atakan Mahîran, bênavber gihîşt vê serdemê.

Ala me ya têkoşînê îro jî di destê hevrêyên me Nûcan, Memyan, Amara û Zerya de bûye mizgîniya serketinê.

Dewleta TC a faşîst mêtinger, 16'ê Hezîranê ji bo pêkanîna xewn û xeyalên xwe yên faşîst, dest bi bikaranîna derfetên xwe yên teknîkî hemûyan kir û ji bo xaka Başûrê Kurdistanê kontrol bike dest bi êrişeke berfireh a dagirkeriyê kir. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi îradeya Apoyî li ber dijmin rabûn û li her bihosta ku gav lê diavêt derbên giran li zîhniyeta faşîst xist. Dewleta TC a mêtinger ku nekarî xwe li ber ruhê milîtan ê Apoyî biigre, bi bikaranîna teknîkê hewl dide xwe ji çirava tê de çikiya ye derxîne. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji roja ku operasyona dagirkeriyê dest pê kir û vir ve bi lehengî li ber xwe didin, bersiva pêwîst didin hêzên dagirker. Agahiyên li ser hevrêyên me yên şehîd bûne; fermandar hevrê Nûcan û hevrê Memyan, Amara û Zerya wiha ne:

Nasnav: Nûcan Serdoz

Nav paşnav: Zarîfe Kiran

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik-Bav: Hamdiye-Mehmet Şerîf

Dem û cihê şehadetê: 25'ê Hezîrana 2020'an / Heftanîn

Nasnav: Amara Roj

Nav paşnav: Mizgîn Tagay

Cihê jidayikûnê: Mûş

Dayik-Bav: Munevver-Farûk

Dem û cihê şehadetê: 19'ê Hezîrana 2020'an / Heftanîn

Nasnav: Memyan Koçer

Nav paşnav: Abdullah Dundar

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Vetha-Resûl

Dem û cihê şehadetê: 21'ê Hezîrana 2020'an / Heftanîn

Nasnav: Zerya Mahîr

Nav paşnav: Derya Çavûşoglû

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Dayik-Bav: Melîke-Cahît

Dem û cihê şehadetê: 25'ê Hezîrana 2020'an / Heftanîn

Hevrêyên me Nûcan, Memyan, Amara û Zerya li refên herî pêş bersiv dan operasyona dagirkeriyê, bûn mînakek ji sekna milîtanî, derbên giran li dagirkeran xistin û bêhn lê çikandin. Heta fîşeka dawî şer kirin û xaka pîroz a Kurdistanê parastin. Hevrêyên me yê leheng bûn sembola berxwedana Heftanînê û bi berxwedana xwe nîşan dan ku rêbaz divê çawa be. Gerîlayên Modernîteya Demokratîk temînata Kurdistana Azad in. Hêzeke fedayî ye ku ji bo her bihosta xaka Kurdistanê berdêl dane, xwîn rijandine û bêteredût canê xwe feda kirine. Hevrêyên me Nûcan, Memyan, Amara û Zerya bûn nûnerê vê sekna milîtanî û xeta berxwedanê û ji bo gelê Kurdistanê tevlî karwanê nemiran bûn. Berxwedana hevrêyên me rêya ber bi serketinê nîşan dan û ruhê fedayî yê Tevgera Azadiyê xurt kir. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê ala têkoşînê bi ser bixînin."