HPG: Em hevrêyên xwe Gelhat û Zindan bi hurmet bi bîr tînin

HPG’ê diyar kir ku gerîlayê wan ê bi navê Gelhat û Zindan di sala 2020’an de şehîd bûne û got, “Berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê dev ji vê têkoşînê bernedin û em ê soza xwe ya pêkanîna azadiyê bi cih bînin.”

HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku di sala 2020’an de du gerîlayên wan şehîd bûne.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 10-15’ê Mijdara 2020’an de artêşa Tirk a dagirker li Çelê û Zapê operasyonek dabû destpêkirin. Di şer û êrîşên hewayî de hevrêyên me Gelhat û Zindan şehîd bûne.

Di dîrokê de Kurdistanê xwedîtî li gelek destanên qehremaniyê kiriye û niha jî qehremanan ava dike. Bi saya van qehremanan dagirkerên ku hewl didin Kurdistanê dagir bikin û gelê me qir bikin, negihiştine armanca xwe û roj bi roj ji ser axa Kurdistanê tên derxistin. Ev zarokên qehreman ên gelê me, dev ji dijmin berdin tehamul nakin ku siya dijmîn jî li Kurdistanê hebe. Qehremanên gelê me li ser vê rêyê berdêlên herî giran dijwar dane ber çavê xwe û têkoşiyane. Bi saya vê têkoşînê gelê me hay ji hebûn û nasnameya xwe çêbûye û îro jî ji bo nirxên demokratîk ên mirovayetiyê pêşengiyê dike. Bi saya felsefeya Rêber Apo û keda şehîdên me yên qehreman Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hatiye vê astê û ji niha şûnde jî berdêla wê çi dibe bila bibe wê dev ji têkoşîna xwe bernede û soza xwe ya pêkanîna azadiyê ya ji bo gelê me pêk bîne.

Hevrêyên me Gelhat û Zindan ji bo ku bibin parçeyekî vê têkoşîna me ya ku tijî qehremanî ye, bi awayekî berpirsyar tevlî nav refan bûne. Her du hevreêyên me ji roja ku tevlî nav refan bûne, bi berpirsyar tevgeriyane, ji bo kûrbûna li ser felsefeya Rêber Apo û rêgezên gerîlatiya modern ji xwe re kirine armanc. Hevrêyên me Gelhat û Zindan di perwerdehiyên îdeolojîk û leşkerî de bi ser ketine û ji bo ku li dijî mêtingeriyê şer bikin, li eniya Zapê tevlî tev berxwedanê bûne. Her du hevrêyên me ji sala 2018’an heta sala 2020’an di gelek çalakiyan de cih girtine, bi helwesta xwe ya leşkerî û pratîka xwe bûne milîtanên Apoyî. Hevrêyên me Gelhat û Zindan bi tevlêbûna xwe ya fedakar û sade ji hemû hevrêyên xwe re bûne mînak û bûne sembola ku divê milîtanên Apoyî çawa bijîn û çawa şer bikin.

Em bi berpirsyariya ku em ê layiqî hevrêyên xwe Gelhat û Zindan bin, malbatên hêja yên her du hevrêyên me di serî de, em ê sersaxiyê ji hemû gelê me yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna hevrêyên xwe bidin jiyîn.”