HPG: Egîd Zîlan di encama nexweşiyê de şehîd bû

HPG’ê ragihand ku gerîlayê bi navê Egîd Zîlan di 29’ê Çile de di encama nexweşiyeke ku pê ketiye de, şehîd bûye.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Hevrêyê me Egîd Zîlan ê li herêma Zapê bi erka xwe radibû û li dijî êrîşên dagirkeriyê di nava têkoşîneke fedaî de bû, di 29’ê Çileya 2023’yan de di encama nexweşiyekê de şehîd bû. Tevî ku hevrêyên wî yên di heman çeperiyê de şer dikirin bi hemû derfetên xwe mudaxele kirin jî nekarîn pêşî li nexweşiya hevrê Egîd bigirin. Şehadeta hevrêyê me Egîd ku di encama nexweşiyekê de pêş ket, hemû hevrêyên wî xemgîn û bandor kiriye. Em sersaxiyê ji malbata hevrêyê me Egîd ya hêja û gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.

Agahiya nasnameya hevrêyê me Egîd Zîlan wiha ye:

  Nasnav: Egîd Zîlan

  Nav û paşnav: Muzaffer Elwan Derwîş

  Cihê jidayikbûnê: Tirbespiyê

  Navê dê û bav: Melîke - Elwan

Dem û cihê şehadetê: 29 Çile 2023 / Zap

Di encama ked û hewldanên mezin ên Rêberê me li Rojavayê Kurdistanê de, gelê me îdolojiya Rêber Apo qebûl kiriye û nas kiriye. Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ku bi salan berdêl û kedeke mezin daye, li beramberê wê şoreşa azadiyê pêk aniye û gihiştiye jiyana azad a ku bi sedsalane hesreta wê dijiye. Tirbespiyê yek ji wan bajaran bû ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava lê pêk hat û hemû gelên tê de paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Rêberê me bi jiyanî kir. Hevrêyê me Egîd li vî bajarê qedîm ku gelan bi hev re dest bi jiyaneke nû kirin, di malbateke welatparêz de hat dinê. Hevrêyê me Egîd ê ku di nava şert û mercên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de derbasî ciwaniya xwe bû, mîna her ciwanekî bi rûmet ê Rojava xwe berpirsyarê parastina şoreşê dît û ji bo parastina destkeftiyên gelê me li dijî hemû êrîşên dijmirovahiyê bi awayekî aktîf beşdarî şer û berxwedanê bû. Hevrêyê me Egîd hevrêyên me yên ji bo parastina Şoreşa Azadiyê ya Rojava demekê li wir têdikoşiyan nas kir. Ew bi têkiliyên hevrêtî, nêzîkatî û jiyana hevrêyên me yê ku bi wan re di heman çeperê de şer kir, bi bandor bû. Di vê pêvajoyê de derfet çêbû ku îdeolojiya Rêber Apo ji nêz ve nas bike. Di serî de Şoreşa Azadiyê Rojava ku bi keda Rêber Apo û bi hezaran şehîdên me yên qehreman pêk hatiye derxist zanabûnê. Çiqas pirtûkên Rêber Apo xwend, ewqas xwe bi rêxistin kir. Hevrêyê me Egîd ku her cure êrîşên qirkirinê ji nêz ve dît, parçekirin û dagirkirina welatê me qebûl nekir. Hevrêyê me Egîd fêm kir ku rêya xwedîderketina li Şoreşa Azadiyê ya Rojava û têkbirina êrîşên dewleta Tirk a qirker li dijî Rojava, bi têkoşîna li nava refên PKK'ê dibe. Di sala 2014’an de bi vê zanabûn û hişmendiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me û rizgarkirina parçeyên din ên Kurdistanê ji dagirkeriyê tevlî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bû.

Hevrêyê me Egîd bi sekna xwe ya dilsoz û bi biryar, zû hînê jiyana çiyayên Kurdistanê bû û pîvanên jiyana PKK’ê bi jiyanî kir. Wî fêm kir ku bi beşdariyeke asayî ne pêkan e ku serkeftineke mutleq bi dest bixe. Bi tevlîbûna xwe ya fedakar, bi coş û kedkar sekna milîtaniya bi mînak nîşan da. Bi perwerdeya ku dît, pêşî xwe nas kir û piştre jî rastiya dijmin nas kir. Ji bo ku bibe milîtanekî fedaî yê Rêber Apo, xwe di oxirê vê rêyê de feda kir. Ji bo Gerîlaya Modernîteya Demokratîk kedeke mezin da, di gelek branşan de perwerdeya xwe bi serkeftî qedand û bû gerîlayekî pispor. Ji bo tecrûbeyên ku wergirtiye bi pratîk bike û derbên bi bandor li dagirkeran bixe, ketiye nava lêgerînan. Nirxek mezin daye hevrêtiya ku wî bandor kiriye û parastina wê esas girtiye. Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, derbasî herêma Avaşînê bû. Li Avaşînê tecrubeya leşkerî bi dest xist, rastiya dijmin bi çavê xwe dîtiye û di pêşketinê de asteke girîng bi dest xist. Hevrêyê me Egîd ê ku xwe li ser esasê gerîlatiya Modernîteya Demokratîk ava kiriye, bûye milîtanekî Apoyî yê wêrek û leheng. Ji ber sekna xwe ya bi mînak ji aliyê hevrêyên xwe ve dihate hezkirin û rêzgirtin. Egîd ku di şopa fermandarê me yê efsanewî û mezin Şehîd Egîd de namzetê fermandariyê yê mezin e, têkoşînek layiqî hevrêyê me da meşandin.

Hevrêyê me Egîd ê ku mixabin dema li ser erka xwe bû nexweş ket, bi seferberkirina derfetên heyî hewl hat bê dermankirin. Ji ber êrîşên dagirkeriyê û şert û mercên dijwar ên şer derfetê dermankirina wî zehmet bûye û piştre hevrêyê me şehîd bûye. Bi şehadeta xwe ya ku heq nedikir, em hevrêyên wî gelekî xemgîn bûn. Careke din em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz re û di serî de ji malbata hêja ya hevrêyê me Egîd re dixwazin. Em di şexsê hevrêyê xwe Egîd de ku wê bi bîranîn û têkoşîna xwe me ronî bike, soza xwe ya serkeftinê ji hemû şehîdên xwe re dubare dikin.”

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ DIDOME

Li Herêma Zapê

Di 5’ê Gulanê saet 11:10’an artêşa Tirk a dagirker li dijî Qada Berxwedanê ya Girê FM êrîşek kir. Hêzên me di çarçoveya parastina cewherî de bersiv dan dagirkeran.

Di 5’ê Gulanê de hêzên dagirker dema ku êrîş kirin û xwestin çepera me ya berxwedanê ya Sîdayê îmha bikin, hêzên me li wan dan û dagirkerek hate kuştin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 5’ê Gulanê de Girê Şehîd Reşîd, Girê Zengil, Gundê Guzê û Gundê Filla ya Garê 15 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 5’ê Gulanê Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê û çeperên me yên berxwedanê yên Sîdayê 16 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Di van bombekirinan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”