HPG’ê têkildarî operasyon û çalakiyan daxuyanî da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî operasyonên li Şirnex, Amed û Erzîncanê daxuyanî da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Silopiyê li dijî leşkerên Tirk çalakî li dar xistine û li vê derê leşkerek û cerdevanek hatiye kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di operasyona li Pasûra Amedê de jî 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser malpera wê wisa ye:

LI SILOPIYÊ ÇALAKÎ

Di 28’ê Tebaxê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qada Heseno ya Silopiyê ya bi ser Şirnexê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de  li mintiqaya Kirê Heseno li dijî yekîneyeke vê operasyonê di saet 17.00’an de çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin leşkerek û cerdevanek hatiye kuştin.

Artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistiye. Di operasyonê de artêşa dagirker bi obus û hawanan li qadê daye û agir bi qadê ketiye. Operasyon di heman rojê de bêyî ku encamekê werbigire, bi paş ve hatiye kişandin.

LI ERZÎNCANÊ OPERASYON

Di 26’ê Tebaxê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li Geliyê Şehîd Demhat a Erzîncanê operasyonek dabû destpêkirin. Dijmin di 26 û 27’ê Tebaxê de qad bomberdûman kiriye û bi 27’ê Tebaxê de ji helîkopteran xwe bera qadê daye. Operasyon hê jî didome.

LI PASÛRÊ DU GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Di 26’ê Tebaxê de saet di 03.00’an de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qadên Zovangê û Kerenganê ya Pasûrê ya bi ser Amedê operasyonek daye destpêkirin. Di heman rojê de saet di 16.00’an de bi balefirên şer qad bomberdûman kiriye û bi helîkopteran xwe bera qadê dane. Di operasyonê de di navbera gerîlayên me û hêzên dijmin şer çêbûye. Di vê bomberdûman û şerî de 2 gerîlayên me piştî berxwedaneke qehremanî şehîd bûne. Operasyon di 27’ê Tebaxê de bi paş ve hatiye kişandin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ne;

Nasnav: Amed Dêrcal
Nav û Paşnav: Aydin Cemiloglû
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik - Bav: Sabriye - Abdulrezak
Cih û Dîroka Şehadetê: 26'ê Tebax 2017 / Amed

Nasnav: SîdarAzadî
Nav û Paşnav: Ridvan Yalkin
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik - Bav: Bedriye – Mehmetşah
Cih û Dîroka Şehadetê: 2'ê Tebax 2017 / Amed

 LI COLEMÊRGÊ OPERASYON

Di 28’ê Tebaxê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li gundên Hirmê, Dêrav û Aryawa ya Bajêrgê ya Colemêrgê operasyonek daye destpêkirin. Operasyon di 29’ê Tebaxê de bi paş ve hatiye kişandin lê li hin cihan kemîn danîne.

Di 29’ê Tebaxê de saet di 12.00’an de balefirên şer ên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker gundê Bazê ya li qada Oremarê ya Geverê bomberdûman kiriye.