HPG’ê têkildarî çalakiyan daxuyaniyek da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî çalakiyên xurt ên gerîlayan daxuyaniyek nivîskî da. HPG’ê, çalakiya li Hatayê li dijî polîsan hatibû lidarxistin girte ser xwe.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî çalakiyê gerîlayan ên li Colemêrg, Şirnex, Dersim û Hatayê yên li dijî leşker û polîsên Tirk agahiyên berfireh parvekir.

HPG’ê di daxuyaniya li ser malpera fermî parvekirî de ev agahî dan:

LI COLEMÊRGÊ PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ DEWAM DIKE

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker li navçeyên Çelê û Şemizdînan ên Colemêrgê çalakiyên xurt pêk anîn.

12’ê Tîrmehê saet 19:30’an, hêzên me li Girê Harûna li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi obus,hewan û topan qada çalakiyê bombe kirin.

12’ê Tîrmehê hêzên me li dijî leşkerên artêşa Tirk a mêtînger ku li Girê Sîser ê Herêma Çarçela ya girêdayî Çelê bi cih bibûn çalakiyek lidar xistin. Di çalakiya bi awayekî pir xurt çeper û konên leşkeran lêxistin de, hejmara kuştî û birîndarên leşkerên artêşa Tirk nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê leşkerên artêşa Tirk herêmê bi çekên giran ketober gulebarankirin.

LI ŞIRNEXÊ LI 2 WESAYÎTAN HATE XITIN

10’ê Tîrmehê saet 10:45’an, hêzên me li dijî 2 wesayîtên kontrayan yên ku ber bi Qereqola Tepê Çeta ya navçeya Qilaban a Şirnexê ve diçûn çalakiyek lidar xisin. Di vê çalakiyê de her 2 wesayît hatin derbkirin, lê têkildarî kuştî û birîndarên artêşa Tirk agahiyên zelal nehatin bidestxisin. Piştî çalakiyê Qereqola Tepê Çeta herêma Şehîd Bêrîvan bi obus û hewanan bomberdûman kirin.

LI DERSIMÊ WESAYÎTA KU JI BO QEREQOLÊ ALAV DIBIRIN HATE LÊXISTIN

12’ê Tîrmehê saet 12:30’an, hêzên me wesayîtekî ku alav ji bo Qereqola Pak a navenda Dersimê dibirin, ajokar têkildarî hevkariya li gel artêşa Tirk hişyar kir û wesayît şewitandin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk li herêmê dest bi operasyonekê kiribû û ev operasyon bi hevkariya yekîneyên veşartî jî dewam dike.

LI HATAYÊ LI LEŞKERÊN TIRK HATIN XISTIN

10’ê Tîrmehê artêşa Tirk li bejahiya Gundê Dîleklî yê navçeya Belen a Hatayê dest bi operasyonekê kirine. Hêzên me yekîneyekî operasyonê xisitin di bin kontrola xwe de. Ev yekîneya ku hêzên me demkê şopandin 12’ê Tîrmehê saet 08:00’an kirin hedef û lêxistin. Di vê çalakiyê de jî hejmara kuştî û birîndarên leşkerên artêşa Tirk nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi wesayîtên zirxî kuştî û birîndarên xwe ji qadê dûr xistine.

LI ÇEWLIGÊ KONTRA DIGERIN

Di demên dawî de yekîneyên kontrayan cil û bergên gerîla li xwe dikin û ji welatiyên Gundê Şirîk û gundên derdor ên girêdayî navçeya Azaxpêrt a Çewligê kom dikin.”