HPG'ê şehîdên Serhedê bi bîr anî

HPG'ê 4 gerîlayên ku sala 2019'an li herêma Serhedê şehîd bûn bi bîr anî û got, "Van hevrêyên me yên hêja ti carî tawîz nedan dijmin. Em soza xwe dubare dikin ku wezîfeyên şoreşê yên ku hevrêyên me dewrî me kirine, teqez bi ser bixînin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Hêzên me yên gerîla yên li Serhedê, bi çalakiyên xwe yên salên dawî derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin û dijmin tevizandin. Dewleta Tirk a mêtinger ji bo vê bandora hêzên me yên gerîla bişikîne û gerîla li herêma Serhedê tasfiye bike dest bi êrişên giran kir. Sala 2019'an jî van êrişan dewam kir. Hevrêyên me Bager, Mazlûm, Harûn û Agît ku di dema van êrişan de bi lehengî şer kirin, şehîd bûn. Van hevrêyên me yên hêja sekna xwe ya Apoyî ya di nava jiyanê de li qada şer jî nîşan dan û bi ti awayî tawîz nedan dijmin. Em soza xwe dubare dikin ku wezîfeyên şoreşê yên ku van hevrêyên me radestî me kirine teqez bi cih bînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Bager Wan
Nav paşnav: Savaş Başdînç
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Hatûn-Nadîr
Dem û cihê şehadetê: 2019 / Serhed

Nasnav: Mazlûm Wan
Nav paşnav: Mucahît Çam
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Makbûle-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 2019 / Serhed

Nasnav: Harûn Welat
Nav paşnav: Nûrûllah Koçlûg
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Zeynep-Mehmet Salîh
Dem û cihê şehadetê: 2019 / Serhed

Nasnav: Agît Arî
Nav paşnav: Ogûz Çelîk
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Edîbe-Hakki
Dem û cihê şehadetê: 2019 / Serhed

BAGER WAN

Hevrêyê me Bager li bajarê Wanê ku bi sekna xwe ya biryardariya di jiyana azad de pêşengî ji Şoreşa Kurdistanê re kir, li navçeya Artemêtê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbatê hevrêyê me Bager ji Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hez kir, xwe nêzîk kir. Sala 2005'an firsend dît ku partiya me PKK'ê ji nêz ve nas bike û dema li zanîngehê dixwend tevlî kar bû. Hevrêyê me Bager dema ku kar dikir, bêhtir zane bû, rêbaza jiyanê ya ku sîstema kapîtalîst li mirovan ferz dike qebûl nekir. Ji ber ku baweriya xwe bi wê anî ku ev rêbaza jiyanê têkiliya mirovan a bi civakîbûnê re qut dike û li dijî vê yekê helwest nîşan da. Piştî ku dewleta Tirk a qirker bi komkujiyan bersiv da daxwazên azadiyê yên gelê me, hevrêyê me Bager jî kete nava lêgerîna wê yekê ku hîn bi radîkal û bi bandor têbikoşe. Têgihişt ku vê têkoşînê herî baş dikare li çiyayên Kurdistanê bimeşîne û sala 2009'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Bager bi perwerdeyên li nava gerîla wergirtî, felsefeya Rêber Apo baştir fêhm kir û têgihişt. Li ser vê bingehê, di kesayetiya xwe de guhertinên girîng çêkir û hewl da bibe milîtanekî baş ê Apoyî. Di serî de gelê Kurdistanê, ji ber ku gelên herêmê felsefeya Rêber Apo û têkoşîna azadiyê ya li ser vê bingehê weke rêya jiyaneke nû dibînin û rizgariya ji sîstema kapîtalîst bi vê yekê re dibîne, hevrêyê me Bager ji bo pêşengiyê ji van hêviyan re bike biryardariya xwe xurtir kir. Li ser vê bingehê bêteredût tevlî karên şoreşê bû, hewl da bersivê bide pêvajoya azadiyê. Di serî de li Xakurkê li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê kar kir, piştre jî sala 2015'an derbasî herêma Serhedê bû, demeke dirêj li vê herêmê karên serketî kir. Ji bo hîn bi xurtî tevlî şerê azadiyê bibe perwerdeya xwe ya pisporiyê jî bênavber dewam kir û bû fermandariyekî şareza yê gerîla.

MAZLÛM WAN

Hevrêyê me Mazlûm jî li navçeya Qelqelî ya Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me Mazlûm ku li nava jiyana xwezayî ya gund ji dayik bû û lê mezin bû, ji ber welatparêziya malbat û derdora xwe partiya me PKK ji nêz ve nas kir. Hevrêyê me Mazlûm ku xwedî kesayetekî kedkar bû, di gelek karî de xebitî û tevkarî li debara malbata xwe kir. Bi vî rengî berpirsyariya xwe ya li pêşberî malbata xwe bi cih anî. Hevrêyê me Mazlûm hîn di demên destpêkê yên ciwantiyê de hin nakokî pê re çêbûn û pê hesiya ku li nava sîstemê azadiya wî tê astengkirin. Ji ber vê yekê jî her tim kete nava lêgerîna azadiyê. Destpêkê baweriya xwe pê anî ku bi dûrketina ji malbatê dikare xwe bigihîne azadiyê, lê belê piştre pê hesiya ku ya ku azadiyê asteng dike jiyana kapîtalîst û têkiliyên wê ne. Bi taybetî dema ku li metropolên Tirkiyeyê bû, ev rastî baştir fêhm kir. Li ser vê yekê kete nava lêgerînan û dawiya dawî baweriya xwe pê anî ku jiyana Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo yekane alternatîfa jiyana azad e. Piştî ku biryar da li gorî felsefeya Rêber Apo jiyanekê bijî, dest bi têkoşîna vê yekê kir. Di nava têkoşînê de rastiya dijmin baştir fêhm kir, dît ku ji bilî qirkirinê dijmin rêyeke cuda danîne pêşiya gelê me. Hevrêyê me Mazlûm ku xwe li pêşberî gelê me berpirsyar didît, gihîşt wê baweriyê ku azadiya gelê me tenê bi têkoşîna çekdarî ya li çiyayên Kurdistanê dikare pêk were. Di demekê de ku li ser vî fikrî kûr dibû, bi tevlîbûna mirovên ji derdora xwe ya nêz, her wiha pêkhatina şoreşa li Rojava ya bi keda bi salan a Rêber Apo, vê yekê hîn bêhtir hêz da hevrêyê me Mazlûm. Li ser vê bingehê soz da Rêber Apo û biryar da tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me Mazlûm sala 2012'an tevlî nava refên gerîla bû û her tim bi durustî û pakbûna xwe tevlî bû, hewl da bibe milîtanekî bi mînak ê Apoyî. Li gelek herêmên Kurdistanê kar kir, hewl da ku mîsyona xwe ya pêşengiyê bi cih bîne. Di her karî de bi fedakarî, çalak û kolektîf cih girt, bi van taybetmendiyên xwe jî li nava hevrêyên xwe hate hezkirin. Hevrêyê me Mazlûm êrişên dijmin ên piştî sala 2015'an hatin kirin weke hewldanên dawî yên ji bo tasfiyekirina tevgera me ya azadiyê nirxand û destnîşan kir ku pêvajo pêvajoya misogerkirina azadiyê ye. Li ser vê bingehê baweriya xwe pê anî ku bi têkoşîna li Bakurê Kurdistanê dijmin dikare bê têkbirin û gelê me azad bibe. Weke fermandarekî pêşeng çû Eyaleta Serhedê û li gelek qadên zehmet karekî serketî kir, tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dijmin hate xistin. Hevrêyê me Mazlûm ku milîtanekî pêşeng ê Apoyî bû, bîranînên wî wê her tim rê nîşanî me bidin.

HARÛN WELAT

Hevrêyê me Harûn li navçeya Panos a Agiriyê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, lê mezin bû. Ji ber welatparêziya malbatê û derdora wî hîn ji zarokatiyê ve Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir. Ji ber ku xizmên wî tevlî nava refên gerîla bû, vê yekê bandor li hevrêyê me Harûn jî kir û kir ku xwe nêzî partiya me bike. Bi demên ciwantiyê re partiya me hîn ji nêz ve nas kir û tevlî nava karên ciwanan û têkoşîna rêxistinî bû. Sala 2015'an di êrişên dewleta Tirk a mêtinger de cihê xwe di nava berxwedana destanî de ya navçeya Sûrê ya Amedê de girt, ku bi pêşengiya fermandarê nemir ê navçeya Sûrê ya Amedê Çiyarger hate meşandin. Di vê berxwedanê de bû yek ji pêşengên dîrokî. Di Berxwedana Sûrê de şahidî ji gelek lehengiyên hevrêyan re kir. Piştî ku berxwedan bi dawî bû berê xwe da çiyayên Kurdistanê û di demeke kurt de hînî jiyana li çiyê û gerîlatiyê bû. Hevrêyê me Harûn ku xwedî tecrûbeyeke mezin a leşkerî bû, di heman demê de xwe perwerde dikir, bandora sîstema kapîtalÎst a li ser kesayetiya xwe ji holê radikir û têkoşîna vê yekê dimeşand. Di heman demê de ders ji pratîka şer a Bexwedana Xwerêveberiyê wergirt û ev yek bi hevrêyên xwe re parve kir. Piştî ku demekê li Başûrê Kurdistanê kar kir, ji bo soza serketinê ya ku dabû hevrêyên xwe yên şehîd, pêşniyar kir ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Ev pêşniyara wî hate qebûlkirin û derbasî herêma Serhedê bû. Hevrêyê me Harûn her tim bi hesreteke mezin bi hevrêyên şehîd re girêdayî bû û hewl da hêjayî şehîdan be û armancên wan pêk bîne. Her wiha ji bo bersivê bide pêvajoyê û tecrîda li ser Rêberê me parçe bike, kete nava hewldanên mezin. Bi sekna xwe ya ji dil di nava hevrêyên xwe de bû cihê hezkirin û hurmetê. Di nava têkoşîna xwe de em ê timî xwedî li bîranînên hevrê Harûn derkevin.

AGÎT ARÎ

Hevrêyê me Agît li navçeya Hênê ya Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbatê û asta ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê gihîştiye, hevrêyê me Agît partiya me PKK baştir nas kir û jê hez kir. Ji bo bersivê bide êrişên dijmin ên ji sala 2015'an û pê ve giran kir, hevrêyê me Agît li qada Serhedê tevlî nava refên gerîla bû û perwerdeya destpêkê ya gerîlatiyê li vê derê wergirt. Bi sekna xwe ya bi daxwaz a li nava perwerdeyê û kesayetiya xwe ya hînbûnê di demeke kurt de agahiyên bingehîn ên li ser gerîlatiyê wergirt û dest bi karên pratîkî kir. Bi kesayetiya xwe ya fedakar û dilnizm bû mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re. Bi şervaniya xwe li dijî operasyonên tasfiyekirinê yên dijmin ku di salên 2016-2017'an de pêk anî, bi rola pêşengiyê rabû û tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dijmin hatin xistin. Hevrêyê me Agît bi sekna xwe ya li nava jiyanê û bi wêrekiya xwe ya di şer de li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hurmetê. Hevrêyê me Agît ku ji ber bala xwe ya li ser hunera şer, her tim xwe bi pêş ve bir, hem hewl da taktîka şer bi pêş ve bibe hem jî bibe fermandarekî serketî. Baweriya xwe bi wê yekê naî ku tenê bi sekna fermandariya pêşeng dikare hêjayî şehîdan û Rêberê me bibe û her tim kete nava hewldana vê yekê.

Hevrêyên me Bager, Mazlûm, Harûn û Agît bi sekna xwe ya bi biryar û baweriya bi serketinê li herêma Serhedê serketinên mezin afirandin û gihîştin şehadetê. Di serî de malbatên hêja yên van hevrêyên me, em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."