HPG'ê şehîd Xwînrêj Êrîş bi bîr anî

HPG'ê gerîla Firat Sevînç (Xwînrêj Êrîş) bi bîr anî ku sala 2016'an ji be qezayekê şehîd bû. HPG'ê sersaxî ji malbata wî, xelkê Geverê û gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Li Herêmên Parastinê yên Medyayê 12'ê Kanûna 2016'an hevrêyê me Xwînrêj Êrîş dema ku bi erka xwe radibû ji ber qezayekê şehîd bû.

Hevrêyê me Xwînrêj li navçeya Geverê ya Colemêrgê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Gelê me yê Geverê zû bi polîtîkayên qirker û asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a qirker-dagirker a li Kurdistanê hesiya, li dijî dagirkeran helwesteke welatparêzî nîşan da û di dîroka me ya têkoşînê de bi dayina berdêlên giran, ewladên xwe yên herî hêja şehîd da û bi vî rengî bû xwedî helwesteke rasteqîn a welatparêziyê. Bi saya têgihiştin û helwesta welaparêziyê ya tevgera Apoyî, gelê me yê Geverê karî çand û bingeha xwe ya civakî biparêze. Xelkê me yê Geverê ku planên qirêj ên dijminê mêtinger pûç kir, di heman demê de li dijî siyaseta mêtindar, berxwedana gel a şoreşgerî veguherand kevneşopiya serhildanê, pêşengî ji vê yekê re kir û bû sembol.

Hevrêyê me Xwînrêj jî li nava welatparêzî û berxwedêriya xelkê Geverê mezin bû. Hîn di zarokatiyê de li dijî hêzên zordar ênd ewleta Tirk bû yek ji generalên biçûk ên berxwedêr. Di ciwantiya xwe de pêşengî ji serhildanên li Geerê re kir û bû ciwanekî Apoyî. Hevrêyê me Xwînrêj xwest têkoşîn û tevlîbûna xwe mezintir bike û bi têgihiştina ku ji bilî têkoşîneke bi bandor rejîma Tirk a qirker nayê ser rê, tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Bi tevlîbûna li nava refên gerîla bersiva herî bi bandor da polîtîkayên dejenerekirin û girtina ciwanên Kurd.

Piştî ku tevlî nava partiyê bû taybetmendiya xwe ya sade, durust û dilsoz, bi perwerdeyên partiyê re xurtir kir û zû bû milîtanekî şareza. Hevrêyê me Xwînrêj timî pêşketin ji xwe re kir esas û hemû erk û wezîfeyên xwe bi rengekî serketî bi cih anî. Di rêya şehîdên me yên leheng de meşiya û bû milîtanekî fedayî yê Apoyî. Dema ku li çiyayên Kurdistanê bi eşq û baweriyeke mezin têdikoşiya ji ber qezayekê birîndar bû, piştre jî li gel tedawî û hemû hewldanan şehîd bû.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me yê şehîd ê leheng em sersaxiyê ji xelkê xwe yê Geverê û gelê Kurdistanê yê welatparê re dixwain. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna şehîdên xwe yên ebedî bi serketinê tacîdar bikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye wiha ne:

Nasnav: Xwînrêj Êrîş
Nav paşnav: Firat Sevînç
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Neşe-Hamdî
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Kanûna 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê"