HPG'ê sê gerîlayên li Zapê şehîd bûbûn bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasmameya 3 gerîlayên ku li 12'ê Tîrmehê li herêma Zapê ya Qadên Parastinê ya Medyayê bi êrîşa hewayî ya balafirên şer şehîd bûne ragihand.

HPG'ê agahiyên nasnameyê ya sê şervanên şehîda da û got,''Helwesta hevrrê Bahoz, Mordem û Şoreş ku bûne mînakên hevrêtî û dilsoziya nav PKK’ê, ji bo hemû hevrêyên li dora wan bûye kana moralê.''

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi berfirehî wiha ye:

''12’ê Tîrmehê di encama êrîşa hewayî de ya artêşa TC’ê ya li ser Qadên Parastina Medyayê ya li ser herêma Zapê hevalên me Bahoz (Erdgal Karadenîz), Mordem (Huseyîn Oyman) û Şoreş (Nurulah Ayan) şehîd bûne. Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd wiha ne;
Nasnav: Bahoz Agir
Nas Paşnav: Erdal Karadenîz
Cihê Bûyinê: Mûş
Navê Dê û Bav: Nevsi – Refik 
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 12 Tîrmeh 2019 / Zap

Nasnav: Mordem Botan
Nas Paşnav: Huseyîn Oyman
Cihê Bûyinê: Şirnex
Navê Dê û Bav: Şadiye - Kadrî
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 12 Tîrmeh 2019 / Zap

Nasnav: Şoreş Gabar
Nas Paşnav: Nurullah Ayan
Cihê Bûyinê: Şirnex
Navê Dê û Bav: Behar – Bayram 
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 12 Tîrmeh 2019 / Zap

Hevrê Bahoz Agir li navçeya Melezgirê ya Mûşê, hevalê me Mordem Botan jî li Cizîrê ya Şirnexe û hevalê me Şoreş Gabar jî li Şirnex navendê, li nav cîhaneke welatparêz çavê xwe li jiyanê vekirine. Hevrêyên me yên ku li dijî faşîzma li ser gelê Kurdistanê serî rakirine, ev zilma TC’ê ya dagirker qebûl nekirine û di demên cihê de tevlî nav Tevgera Azadiya Kurdistanê bûne. Her yekî ji wan li ser wê rêya ku bibin fedayiyên gelê Kurdistanê, xwe kirine şervanên zîrek û bi berpirsyarî nêzîktêyî li peywirên xwe bûne û hewl dane ku van peywiran bi serkeftî bi cih bînin. Bi xisletên xwe yên têkneçûyî yên ji bo azadiya gelê Kurd û berjewendiya gelê Kurd ya li bara dijimn û bi têkoşîna xwe ji me re bûne mînak. Helwesta hevrrê Bahoz, Mordem û Şoreş ku bûne mînakên hevrêtî û dilsoziya nav PKK’ê, ji bo hemû hevrêyên li dora wan bûye kana moralê. Her yek ji hevrêyê me heta dilopa dawî ya xwîna xwe li dijî dijmin têkoşiyane û bi baweriya bigihaştina serfiraziyê û bi vê biryardariyê şer kirine.

Di serî de malbatên hevalên me yên ku şehîd bûne, serê hemû gelê Kurdistanê sax be û em soz didin ku alaya têkoşînê ya ku hevrêyên me dewrî me kirine bigihînin serfiraziyê.''