HPG’ê nasnameya du gerîlayên şehîd diyar kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di 2’ê Îlonê de gerîlayên bi navê Gelî Bêrîtan û Canşêr Fedakar li Deşta Silopiyayê şehîd bûne û nasnameya wan diyar kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya du gerîlayên şehîd diyar kir.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Hêzên me di 2’ê Îlonê de li Deşta Silopiya ya Şirnexê dema li ser peywira xwe bûn, rastî artêşa Tirk a dagirker hatine. Li vê derê şerek çêbûye û gelek dagirker hatine cezakirin. Di van şeran de hevrêyên me Gelî û Canşêr heta fîşeka xwe ya dawîn bi qehremanî şer kirine û şehîd bûne.

Nasnameya rêhevalên me yên şehîd wisa ye:

Nasnav: Gelî Bêrîtan

Nav û paşnav: Kemal Selimî

Cihê jidayikbûnê: Selmas

Navê dê û bav: Şehrat-Şemsettîn

Dîrok û cihê şehadetê: 2’ê Îlona 2020’an/Silopî

Nasnav: Canşêr Fedakar

Nav û paşnav: Osman Salçûk

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dê û bav: Zehra - Hacî

Dîrok û cihê şehadetê: 2’ê Îlona 2020’an/Silopî

Hevrêyê me Gelî li bajarê Selmasê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û piştî temenekî ciwan li dijî dagirker û faşîstan dest bi têkoşînê kiriye û di sala 2008’an de tevlî nav refên Gerîlayên Azadiyê bûye. Hevrê Gelî ji eşîra Şikakî ye ya ku xwedî karakterekî berxwedêr e. Hevrê Gelî heman ruhê berxwedêr û şoreşger bi felsefeya Rêber Apo xurt kiriye û di nava demeke kurt de bûye fermandarekî gerîla. Hevrê Gelî her dem li qadên herî dijwar maye. Gelek salan li Zagrosê li dijî dagirkeran şer kiriye û bi vê tecrubeyê xwestiye têkoşîna xwe li Bakurê Kurdistanê bidomîne. Hevrê Gelî ji Rojhilatê Kurdistanê heta Zagros û Botanê di meşa xwe ya şoreşê de, têkoşîneke xurt meşandiye. Wî asta gerîlatiya milîtaniya Apoyî kiriye pêşengtiya xeta gerîlatiyê ya nû û di şerê me yê azadiyê de rol û peywirên girîng wergirtiye. Wî îdeolojî û felsefeya jiyana azad di şexsê xwe de şênber kiriye, têkoşîna şehîdên me yên qehreman ji xwe re kiriye esas û bi pêş ve çûye.

Hevrêyê me Canşêr jî li Cizîra berxwedêr ji dayik bûye û di nav malbateke welatparêz de mezin bûye. Botan her dem bûye hedefa qirkirina dewleta Tirk û di heman demê de li dijî faşîzmê jî bûye qadeke ku welatparêzî lê geş bûye. Hevrê Canşêr di temenekî ciwan de bûye şahidê faşîzma dewleta Tirk û biryar daye ku li dijî vê qirkirinê tevlî nav refên gerîlayan bibe. Rêheval Canşêr hay ji berpirsyariyên xwe yên welatparêzî û civakî hebû, li ser felsefeya Rêber Apo xwe xurt kiribû û ji bo ku bibe gerîlayê serdema nû û li dijî dagirkeran şerekî giran bike, her dem hewl dida.

Em soza xwe dubare dikin ku em ê peywirên hevalên xwe yên şehîd bi cih bînin û di serî de malbatên hêja yên hevalên me yên şehîd em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê re dixwazin.”