HPG'ê nasnameya 6 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên ku li Osmaniyeyê di dema operasyonê de ji ber bomberdûmana giran a balafirên şer şehîd bûn eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên ku li Osmaniyeyê di dema operasyonê de ji ber bomberdûmana giran a balafirên şer şehîd bûn eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:
"Artêşa TC a dagirker roja 31'ê Adarê li bejahiya Osmaniyeyê dest bi operasyoneke berfireh kir. Di navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên me yên gerîla de şerekî giran qewimî. Di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin. Hêzên dagirker ên ku nikarin li hemberî hêzên me yên gerîla şer bike, bi teknîka giran û balafirên şer bombe li qada şer barand. Ji ber vê bomberdûmanê 5 hevalên me yên bi fermandariya heval Delîl ku bi lehengî şer kirin şehîd bûn."
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Delîl Teman |
Nasnav: Brûsk Celeme |
Nasnav: Cûdî Serhat |
Nasnav: Garzan Dersim |
Nasnav: Rênas Mervan |
Nasnav: Şiyar Denîz |