HPG'ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir
HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên 17'ê Hezîranê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê di şer de şehîd bûn eşkere kir.
HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên 17'ê Hezîranê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê di şer de şehîd bûn eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Li dijî êrîşên deshilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ya li hemberî gelê Kurd, gerîlayên Kurdistanê bi rengekî bêhempa têdikoşin."
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Faşîzmê van sê salên dawî bi teknîka xwe ya herî pêşketî dest bi êrîşan kir û xwest gerîla biqedîne. Berxwedana gel û gerîlayên Kurdistanê pêşî li van polîtîkayên dijmin girt. Artêşa TC a ku li pêşberî gerîla bêçare maye, dîn û har bûye, bi balafirên şer û teknîka giran hewl dide encamê bigire. Yek ji van êrîşan jî 17'ê Hezîranê li qada Govendê ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê hate kirin. Ji ber vê êrîşê 5 gerîlayên me şehîd bûn."
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan:
Nasnav: Çavreş Amed |
Nasnav: Delîl Yildiz |
Nasnav: Sara Star Serhat |
Nasnav: Welat Şemzînan |
Nasnav: Zerdeşt Giravî |